Însiyatîfa Sûriyeyê doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Tebqayê, ji rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan xwest ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta Tirk bikin.

Însiyatîfa Sûriyeyê doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
31 kanûn, 2025   16:16
TEBQA

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li kantona Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla berdevkê însiyatîfê Hisên El Dixeyim ve li ber Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê bi amadebûna endamên însiyatîfê hate xwendin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku "berdewamiya girtina Rêber Abdullah Ocalan sûcekî navneteweyî ye û bi taybetî sûcek li dijî tevahiya mirovahiyê ye.”

Daxuyaniyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya siyasî û ramyarî bi nêrîneke stratejîk a ronakbîr dest pê kir û çareseriyên nekevneşopî ji bo gelek pirsgirêkên herêmê û cîhanê pêşkêş kirin.

Daxuyaniyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan hucreya xwe ya zindanê veguherand çavkaniyek zanîn, raman û fêrbûnê û cihek ji bo derbirîna azad.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên navneteweyî, sivîl, mafên mirovan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan li ser qada navneteweyî bikin mijareke mirovî û mafên mirovan û zextê li dewleta Tirk bikin da ku azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.

(k)