Ji Kongra Star peyama sersalê

Kongra Star sala 2026’an bi peyamekê li Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir “Em destpêkê sersala Rêber Apo pîroz dikin û silavên xwe ji Rêbertiya xwe re dişînin.”

Ji Kongra Star peyama sersalê
31 kanûn, 2025   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star bi boneya sala nû ya 2026’an daxuyaniyek li ser malpara xwe da û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir. 

Di destpêka daxuyaniyê de “sersala gelê Siweydayê, herêmên peravê û jinên Ereb ku di bin zext û şerê taybet ên bermahiyên DAIŞ’ê û cihadîstan de têkoşîneke pîroz dikin û têkoşîna wan silav kirin” û hate gotin got: “Em sersala gelê Kurd û jinên Kurd pîroz dikin. Bi taybet jî gelê me ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku heta niha li ber sermaya zêde ji bo pêwîstiyên jiyana asayî jî peyda bikin, em êşa wan hîs dikin û di nava şert û mercên giran de pêşwazîkirina sersalê dikin, careke din silav dikin.”

Her wiha hate gotin: “Di sala 2026’an de erka me gelekî giran e û divê ji bo Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bi hemû hêza xwe em kar bikin.”

Di dawiyê de jî wiha hate gotin: “Sala 2026’an bibe sala azadî, îradeya gelan û civaka aştî û demokratîk ji bo Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”