Îmamên Cizîrê: Em fikra Rêber Abdullah Ocalan a biratî û aştiyê belav bikin

Îmamên herêma Cizîrê di 2 civînên cuda de diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê û fikra wî ya banga biratî û aştiyê li cîhanê dike belav bikin.

3 kanûn 2023   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên piştgiriya pêngava cîhanê ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de ku di 10′ê Mijdarê de hate lidarxistin, Meclisa Olê ya Qamişloyê ji îmam, nûnerên Meclisa Olê ya Jinan re li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê (Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê) civîn li dar xist.

Civîn li mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê hate lidarxistin. Di civînê de hevserokê Meclisa Olê ya Qamişlo, mela Elî Resûl axivîn û bal kişand ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li dijî zulm û desthilatê.

Mela Elî Resûl diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna jiyana hevbeş di nava tevahî gel û olên li Rojhilata Navîn de, klît in û misogeriya ewlehî û aştiyê li cîhanê ye.

Endamê komîteya amadekariya civînê û endamê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Mûsa El Behrî jî behsa girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û rola wî ya belavkirina hezkirin, aştî û biratiyê di nava pêkhateyan de kir.

Li aliyekî din jî endamê rêvebera Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan siyasetên pergala hegemon a global û armancên lawazkirina gelan şîrove kirin û got: "Ev pergal bi rêya siyasetên xwe hewl didin serwerî û berewjendiyên xwe li ser hesabê qirkirina gelan pêk bînin. Îro gelê Ereb, Kurd û neteweya îslamê parçe kirin û êdî ala neteweya îslamê di nava destê dualîtan de ye; mîna dewleta Tirk û serokê wê Erdogan."

Saroxan diyar kir ku aşkerakirina wan siyasetan hişt ku Rêber Abdullah Ocalan were girtin û wiha domand: "Rêbertî bi fikra xwe li pêş van siyasetan  bû asteng û fikra jiyana hevbeş û yekitiya gelan pêşkêş kir. Ji lew re ew girtin û îro jî ev siyaset dewam dikin."

Saroxan di berdewama axaftina xwe de li ser têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan nêzbûna wî ji ol re, çawa lê dinêrî û perspektîfên wî yên têkildarî ferqa di navbera îslama siyasî û îslama demokratîk de axivî.

Saroxan di dawiyê de got divê hemû hevgirtî bin, bi taybet oldar da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah pêk bê, doza Kurd û dozên Rojhilata Navîn werin çareserkirin.

Beşdaran jî got ew piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

HESEKÊ

Di vê çarçoveyê de Kongreya Îslama Demokratîk li navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê civînek ji îmamên navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê re li hola meclisa navçeyê li dar xist.

Di civînê de gerînendeyê Ragihandinê ya Kongeya Îslama Demokratîk Sultan Temo axivî û wiha got: "Fikra Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî ye. Rêber Abdullah Ocalan bi rêya fikra xwe ya neteweya demokratîk bi dehan salan di oxira azadiya gel û yekitiya wan de tê koşiya. Ji lew re divê hemû di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de tê bikoşin."

Di dawiyê de beşdaran got divê tecrîd bê şikandin û Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad be.

(fr)

ANHA