Însiyatîfa Nûn: Têkoşîna me dê bi asteke bilindtir bidome

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan sûcên dewleta Tirk a dagirker, hevkarên wê û bêdengiya DMMEʹyê şermezar kirin. Her wiha însiyatîfê soza domandina têkoşînê bi asteke bilindtir ji bo belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û pênasekirina doza wî, nû kir.

Însiyatîfa Nûn: Têkoşîna me dê bi asteke bilindtir bidome
8 cotmeh, 2024   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi boneya salvegera 26'emîn a destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe gelên bêguneh û bêsûc qetil dikin û neteweperestiyê di nav wan de diçînin, di encamê de zirarê herî mezin para jinan e ku hem ji şerên navneteweyî û şerên malbatî û civakî êşan dikişînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 70'yên sedsala 20'emîn de Rêber Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bû dengê gelên bindest û jinên bindest, bû xewna ciwanan û dilxweşiya zaroketiyê û wiha hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan projeya neteweya demokratîk ji bo pêkanîna aştiyê û edaleta civakî û parastina mafên jinan, pêşkêş kir."

Di daxuyaniya Nûn de hat diyarkirin ku hêzên hegemonîk komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan hûnandin ku di encamê de ev 25 sal e di bin êşkence û zehmetiyên mezin de li Îmralî dijî bê ku têkiliya wî bi cîhana derve re hebe.

Di dawiya daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hatin şermezarkirin. Her wiha bêdengî û durûtiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat şermezarkirin û banga başkirina rewşa li ser Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û wiha hat gotin: "Em ê têkoşîna xwe bi asteke bilindtir bidomînin, fikrên wî belav bikin û doza wî pênase bikin. Azadiya têkoşerê azadî û rûmetê azadiya tevahî gelên azadîxwaz û ya jinan e."

(mh)