Bi zêdetirî 50 obîsan gundên Şehba hatin hedefgirtin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên kantona Efrîn û Şehbayê bi guleyên obîsan topbaran dikin.

Bi zêdetirî 50 obîsan gundên Şehba hatin hedefgirtin
8 cotmeh, 2024   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ajansa me wergirtine, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şealê, Xirbet Şealê û Teanê yên girêdayî Kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin. Heta niha zêdetirî 50 guleyên obîsan li wan gundan ketine.

(fr)