`Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwazekî mirovî û siyasî ye`

Malbatên şehîdan ên Girkê Legê got aramiya herêmê û pêkanîna aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.

`Azadiya fîzîkî ya Rêbertî daxwazekî mirovî û siyasî ye`
8 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Malbatên şehîdan ên gundên girêdayî Girkê Legê li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Adil Murad got: "Rêber Abdullah Ocalan ev bûye zêdetirî 27 salan li Îmralî di girtîgehê de ye. Rêbertî ne li gorî qanûnên mirovî û navneteweyî tê girtin. Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û aramî li herêmê çêbibe divê Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Pêdiviya Rêbertî bi şert û mercên guncav heye heyanî ku bikarbe pêvajoyê bi rê ve bibe."

Cemîle Murad jî anî ziman ku: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo me nûnerê azadî, aştî û jiyana hevbeş e. Di hemû şert û mercan de em ê li ser fikir û felsefeya Rêbet Apo bijîn. Divê Rêbertî bo fîzîkî azad bibe heyanî ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşbikeve."

Xalîse Hesen jî ya dayîka 2 şehîdan got: "Tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike. Dîtina Rêber Apo bi awayekî azad daxwaza gelê Kurd a mirovî û siyasî ye."

(np)

ANHA