IMCˊê 5 kamyonên tibî û xurekê şandin Siwêdayê

IMCˊê 5 kamyonên ji alîkariyên tibî û xurekê pêk tên şandin bajarê Siwêdayê.

IMCˊê 5 kamyonên tibî û xurekê şandin Siwêdayê
27 cotmeh, 2025   19:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 5 kamyonên ji alîkariyên tibî û xurekê (2 kamyon pêdiviyên tibî û 3 kamyonên nêzî 50 tonî ji xurekê) gihîştin bajarê Siwêdayê.

Hat diyarkirin ku nehatiye zanîn di alîkariyên xurekê de ard heye yan na. Li bajar û gundewarê wê ji 2 rojan ve ji ber nebûna ard firne sekinîne û nan nayê belavkirin.

Hat aşkerakirin ku ev alîkarî ji aliyê Desteya Tibî ya Navneteweyî (IMC) ve hatine şandin.

Ji Tîrmeha borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ambargoyek li ser Siwêdayê ferz kiriye. Hemwextî wê hemû alîkariyên mirovî yên ku tên şandin jî hewcedariyên şêniyan peyda nakin.

(mh/fr)