Li dijî rêbendeke li Siwêdayê êrişa dronan

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi dronan êrişî rêbendeke kontrolê ya li ser rêya bajarê Welga ya li gundewarê Siwêdayê kir, di encamê de hejmarek ji endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî birîndar bûn.

Li dijî rêbendeke li Siwêdayê êrişa dronan
27 cotmeh, 2025   19:44
SIWÊDA

Nûçegihanê me ji Siwêdayê diyar kir ku vê êvarê dronên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 12 caran êrişî rêbendeke kontrolê ya li ser rêya bajarê Welga yê Siwêdayê kir. Di encamê de hejmarek ji endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê birîndar bûn.

Ev êriş, digel berdewamkirina binpêkirinên rojane ya agirbesta li Siwêdayê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve, pêk tên.

(mh/fr)