Îlhamî El Milêcî: Hêzên herêmî û navneteweyî temenê şeran dirêj dikin
Şîrovekarê siyasî Îlhamî El Milêcî diyar kir ku berjewendiyên hêzên herêmî û navneteweyî temenê şerên herêmê dirêj dikin û got: "Ji bo bidawîkirina van şeran pêwistî bi çareseriyên giştî û bingehîn û bidawîkirina parçebûna olî û neteweyî heye ku bi rêya diyalogan pêkan e."
Li Rojhilata Navîn şerên germ hene, ew jî ji ber hegemoniya hêzên hegemonîk a li ser herêmê ye. Ew hêz şer li gorî berjewendiyên xwe dizîvirîne û berjewendiyên gelên herêmê paşguh dike.
Şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îlhamî El Milêcî diyar kir ku di serî de nakokiyên herêmî û navneteweyî gelek sedemên van şeran hene.
Îlhamî El Milêcî destnîşan kir ku şerên li Filistîn, Sûriye, Yemen, Sûdan û Lubnanê encamên nakokiyên herêmî û navneteweyî ne û îşaret pê kir ku hêzên mezin ên wek Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê roleke mezin di zîvirandina van şeran de dilîzin.
El Milêcî da zanîn ku bawerî û ol jî di gurkirina van şerdan de xwedî rol in û ev nirxandin kir: "Şerê Hemas û Îsraîlê bi koka xwe ve vedigere nakokiyên olî yên berî zêdetirî sedsalekê. Her wiha şerên li Yemen û Sûriyeyê jî îdeolojiya olî û siyaset kirine yek. Heta niha tu çareseriyên siyasî li Rojhilata Navîn derneketine holê û ev jî bûye sedema gurbûna şeran. Hemû hewldanên pêkanîna bi bin ketin û hiştin ku ev şer bibin şerên ebedî."
El Milêcî îşaret pê kir ku Rojhilata Navîn bûye qada şerê hêzên mezin û wiha pê de çû "Îran û Tirkiye rola xwe pêş dixin, lê belê DYA û Îran bi awayekî kûrtir di herêmê de diçin. Ev aloziya navneteweyî rê li ber hewldanên çareseriyan digire."
El Milêcî da zanîn ku li Rojhilata Navîn şerên demdirêj dê biqewimin û dê dewlet werin parçekirin û got: "Jixwe şerên heyî ber bi parçekirina dewletên tam wekî Sûriye, Yemen û Sûdanê ve diçin. Lewazbûna dewleta navendî û hilweşîna desthilatiyê hişt valahiyeke siyasî çêbibe û komên çekdar ên nerewa wê valahiyê dagirin."
El Milêcî diyar kir ku li herêmê dê gelek krîzên mirovî û aborî derkevin û got di serî de ji ber destwerdana aliyên derve yên ku tenê berjewendiyên xwe pêk tînin û guh nadin peydakirina çareseriyên bingehîn, gelek sedemên din hene ku şerên heyî yên herêmê êdî dibin şerên ebedî.
El Milêcî diyar kir ku hin aliyên hundir û derve dibînin ku demdirêjkirina şer ji bo pêkanîna berjewendiyên wan baş e û got: "Tunebûna baweriyê di navbera aliyên di şer de dihêle êdî lihevhatin tiştekî negengaz e û şer demdirêjtir bibe."
El Milêcî da zanîn ku xurtkirina hebûna leşkerî û siyasî ya hêzên ku deswerdan di herêmê de kirine, dihêle gengaziya çareserkirina siyasî kêmtir û dijwartir bibe û got: "Rejîm û milîsên çekdar wekî yên li Sûriye û Yemenê ji bo di desthilatê de bimînin dixwazin şer dirêj bibe."
El Milêcî wiha zêde kir: "Parçebûna olî û mezhebî di navbera Sunnî û Şîeyan, Ereb û Îraniyan, Musliman û Cihûyan de hiştiye çareserkirina şeran zehmet bibe. Ji bo danûstandina siyasî û çareseriyên dîplomasî pêwistî bi destwerdana civata navneteweyî heye."
El Milêcî da zanîn ku beşek ji pêkanîna aramiyê ji nû ve avakirina saziyên dewletê ye da ku ew sazî bikarin ewlekariyê û pêdiviyên sereke yên gel pêk bîne û got: "Her wiha gereke Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên herêmî wek Komkara Dewletên Erebî rola xwe ji vê çalaktir bikin, krîza bi rê ve bibin û alîkariya mirovî pêşkêş bikin."
Di dawiya axaftina xwe de El Milêcî got: "Pêwist e çareserî bingehîn û giştî bin. Ev şer bi awayekî yekalî yan jî bi rêya leşkerî nayên çareserkirin. Pêwist e lihevhatinên siyasî û ji nû avakirina baweriyê di navbera hemû aliyan de hebe."
(mh)