Nûçegîhana ANHA’yê hêjayî xelatê hat dîtin

Encamên 31’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniyê hatin diyarkirin. Nûçegihana ANHA’yê di beşa nûçeyên Kurdî de hêjayî xelatê hat dîtin.

Nûçegîhana ANHA’yê hêjayî xelatê hat dîtin
19 îlon, 2024   08:19
NAVNEDA NÛÇEYAN

Xwediyên 31'emîn Xelatên Rojnamevaiyê yên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Pêşbazî di warê "Nûçeya Tirkî", "Nûçeya Bidîmen", "Nûçeya Kurdî", "Wêne", "Karîkatur" û "Nûçevaniya Jinê" de hat lidarxistin. Xelat wê di 22'yê Îlonê de li Navend aÇandê ya Bajêr a Cemîl Candaş a Şîşliyê bên dayin. 

 NÛÇEYA TIRKÎ

Di warê "Nûçeya Tirkî" de 33 kesan serlêdan kir. Ji 33 serlêdanan 26 jê bi "Nûçeya Tirkî" û 7 jê jî bi "Nûçeya bidîmen" serlêdan kirin. Di encama nirxandina juriyan Banû Guven, Farûk Bîldîrîcî, Candan Yildiz, Alî Dûran Topûz, Nezahat Dogan, Mehmet Alî Çelebî de ji T24'ê Cengîz Anil Bolukbaş bi nûçeya "Îlîç'te göçüğe giden yol: Siyanur sizdirdi, ruhsati iptal edilmedi, vergi borcu silindi, karlarini katladı" bi piraniya dengan hêjayî xelatê hat dîtin.

 Juriyê di warê "Nûçeya Vîdeoyê" de tu nûçeyê hêjayî xelatê nedît.  Juriyê dîmena "Konuş Sen Nerelisin?" a Dîlan Babatê ku di JINNEWSê de dixebite hêjayî "Xelata Taybet a Juriyê" dît.

 DI WARÊ WÊNEYÊ DE MA YBÛ YEKEMÎN

 Endamên Juriyê Ramazan Öztürk, Berîtan Canozer, Salih Yeşîl, Ozcan Yaman û Mûrat Baykara îsal bi yek dengş wêneyê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Müjdat Can hêjayî xelatê dîtin.

 Can, bi wêneyê xwe yê heywanên di dema şewata li Amedê rû da bandor girtin, hêjayî xelatê hat dîtin.

 NÛÇEYA KURDÎ

 Jurî Ramazan Olçen, Nergz Îsmaîl, Bişar Dûrgût, Hatîce Kamer, MUnevver Karademir di warê "Nûçeya Kurdî" de nûçeya "Çîrokek sûdwergir a ziman û têkoşîna azadiyê " ya nûçegihana ANHA'yê Silava Ebdulrehman Mihemed Emîn hêjayî xelatê dîtin.

 NÛÇEVANIYA JINÊ

 Jurî Dîlek ArjîN Oncel, Bîrcan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gülfem Karataş jî di warê "Nûçevaniya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" de rêzenûçeyên li ser karkerên çandiniyê yên in ên nçegihan Rahîme Karvarê hêjayî xelatê dîtin.

 KARÎKATUR

 Jurî Kemal Gökhan Gürses, Ronî Batte, Erceren di warê "karîkaturê" de tu berhemê hêjayî yekemîntiyê nedîtin lê xelata mansiyonê dan Halîl İbrahim Çoban.

 Xelata Rûmetê ku her sal tê dayin, biryar hat dayin ku diyarî bîranîna rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahaddin ên di 23'yê Tebaxê de bi SÎHA'yê Tirkiyeyê li Kurdistana Federe hatin qetilkirin bê kirin.

Her wiha Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birin hêjayî Xelata Rûmetê hat dîtin.