Romana “Qelen” hate danasandin

Romana “Qelen” ku ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve li ser pêşeng û welatparêzê Kurd Apê Yûsif hatiye nivîsandin, hat danasandin.

Romana “Qelen” hate danasandin
Romana “Qelen” hate danasandin
Romana “Qelen” hate danasandin
Romana “Qelen” hate danasandin
Romana “Qelen” hate danasandin
Romana “Qelen” hate danasandin
8 mijdar, 2023   19:04
QAMIŞLO

Romana “Qelen” a ku ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hatiye nivîsîn û ji aliyê weşanê Weşanxaneya Şilêr a Dîwana Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket, bi merasîmekê hate nasandin. Merasîm li Bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişlo bi amadebûna rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr, helbestvan, nûnerên ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û şêniyên Qamişloyê hat lidarxistin.

Romana “Qelen” li ser bîranîn û welatparêziya Apê Yûsif (Yûsif Gulo) ye. Yûsif Gulo di 9`ê Mijdara 2021`an de tevî 2 neviyên xwe di êrişa dewleta Tirk a dagirker de  li taxa xwe (Hilêliyê) ya Qamişloyê şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê malbata Gulo Îbrahîm Gulo axivî û spasiya hemû beşdaran kir û hebûna wan bi xwedîderketina li mîratê şehîdan pênase kir. Îbrahîm Gulo bal kişand ser daxwazên şehîd Apê Yûsif û wiha got: “Wî her dem bang li yekitiya gelan dikir, ez ê jî ji vir banga wî dubare dikim. Divê em bi ruhê xwe yê welatparêziyê bigihînin hev. Ji ber nasnameya mirovan welatê wî ye, li ser vê bingehê pêwîstî bi hevgirtinê heye.”

Rojnamevan û Nivîskar, her wiha yê ku pirtûka “Qelen” redektekiriye Diyar Bohtî jî axaftinek kir û diyar kir ku di şoreşan de malbat dibin pêşeng, di Şoreşa Rojava de jî bi serkêşiya Apê Yûsif malbata Gulo pêşengtî kir. Apê Yûsif bi nîşaneya serkeftinê derbasî nava refê şehîdan bû û ev jî mezinahiyek e. Bohtî wiha pê de çû: “Malbata Gulo di pirtûkekê de nayê pênasekirin, divê her kes ji bo welatê xwe binivîse da ku bîranîn û lehengiya di şoreşê de derbasî dîrokê bibe.”

Hevseroka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê jî axivî û destnîşan kir ku ew weke dîwan hewl didin di milê wêjeyî de bibin bersiva destkeftî û keda ku di şoreşê de tê dayîn. Narîman pirtûka “Qelen” bi pirtûkeke pîroz bi nav kir û got: “Ji ber keda Apê Yûsif û malbatê şoreşa tê de hatiye belgekirin û ji milekî din ve bi zimanê Kurdî hatiye nivîsîn.”

Nivîskarê pirtûkê û hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso axivî û diyar kir ku ji bo wî cihê şaneziyê ye û bi dehan şênî li merasîmê danasandinê amade bûne, cara yekemîn ew ji bo hestê xwe li ser Apê Yûsif roman nivîsiye.

Mexso anî ziman ku ew ji sala 1985`an di nava xebatên tevgera azadiyê de hev nas dikin û wiha got: “Ev pirtûk ji bo nifşên bê dê bibe belgeyek, dê di pirtûkê de berxwedana gelê Kurd nas bikin.”

Piştre Ebûd Mexso helbestek bi navê “Bûyera Hilêliyê” li pêşberî beşdaran xwend û pirtûk îmze kir.

(sb)

ANHA