Hûsiyan îdiayên girtina Bab El Mendebê red kir

Hûsiyan îdia kir ku dorpêça wan a deryayî li ser Erebistana Siûdî tenê ye û girtina tengava Bab El Mendebê nagire nav xwe.

Hûsiyan îdiayên girtina Bab El Mendebê red kir
24 tîrmeh, 2026   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hedefkirina du keştiyên petrolê yên Erebistana Siûdî li deryaya Sor, berdevkê Hûsiyan îro got, dorpêça deryayî ya ku wan danîne ser Erebistana Siûdî, trafîka tengava Bab El Mendebê nagire nava xwe, lê Erebistana Siûdî tenê dike armanc.

Sermûzakervanê Hûsiyan Mihemed Ebduselam jî bi rêya Telegramê got tengava Bal El Mendebê nehatiye girtin mîna ku hinek îdia dikin.

(bb)