NY: Jinên Sûdanê bi dronan û tundiya zayendî re rû bi rû ne

Rêxistina Kar û Barên Jinan a Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser rewşa jinan li bajarê El Ebyed ê eyaleta Kerdevanê ya Sûdanê û diyar kir ku jin û keç bi roj bi êrişên dronan û bi şev jî bi êrişên zayendî rû bi rû ne.

NY: Jinên Sûdanê bi dronan û tundiya zayendî re rû bi rû ne
24 tîrmeh, 2026   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Kar û Barên Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li bajarê El Ebyedê yê Sûdanê jin û keç di rewşeke mirovî  ya pir zehmet de ne û bal kişand ser şerê domdar ê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de.

Rêvebera rêxistinê ya ji bo Rojhilat û Başûrê Afrîkayê Anna Mutafati got, hedefgirtina çavkaniyên avê di saetên nîvroj de gelek jinan neçar dike ku bi şev derkevin derve da ku avê dabîn bikin û di êvarî de jî li dijî wan tacîz, tecawiz û awayên din ên tundî cinsî tên kirin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk jî anî ziman ku niştecihên bajarê El Ebyedê ji nêzîkî 18 mehan ve di şert û mercên dorpêçkirî de ne, êrişên bi dronan berdewam dikin û ava vexwarinê ya paqij jî kêm e. Her wiha destnîşan kir ku ev binpêkirinên li El Faşer dubare bibin.

Rêxistinê her wiha diyar kir ku îsal li Sûdanê nêzîkî 12.7 milyon jin û keç hewceyî xizmetên parastinê ji tundiya zayendî ne û da zanîn ku ev hejmar çar qatî ji hejmara ku ji destpêka şer ve hatiye tomarkirin zêdetir e.

Li gorî rêxistinê, kêmkirina alîkariyê bûye sedema girtina an kêmbûna karên gelek navend û xizmetên ewle yên ku ji bo piştgiriya kesên ku ji tundiyê rizgar bûne hatine veqetandin.

(bb)