Hunermendên sûriyeyî: Peymana QSD'ê û Şamê gaveke ber bi Sûriyeyeke yekbûyî ve

Hunermendên sûriyeyî der barê peymana di navbera fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şarî de nêrînên xwe vegotin û wek gaveke erênî ji bo yekkirina Sûriyeyê û bidawîkirina aloziyan nîşan da.

Hunermendên sûriyeyî: Peymana QSD'ê û Şamê gaveke ber bi Sûriyeyeke yekbûyî ve
11 adar, 2025   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana ku di navbera fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şarî de hate îmzekirin, di nava hunermend û nivîskarên Sûriyeyê de bi erênî hate pêşwazîkirin.

Hunermend Semîh Şiqêr li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û got: "Tevî êşa kûr ji bo qurbaniyên sivîl ên bêçek ên gelê me li peravê û qurbaniyên Hêzên Ewlekariya Giştî, em li aliyekî van binpêkirinên hovane û kesên ku ev binpêkirin kirine şermezar dikin, lê li aliyekî din nûçeyeke xweş hat ku di navbera QSD`ê û rêveberiya Sûriyeyê de lihevkirin çêbûye. Ev diyariyeke mezin e bû Sûriyeyê ku dê bibe Sûriyeyeke azad, yekkgirtî ji bo hemû gelê Sûriyeyê.”

Aktor Cemal Silêman jî di peyama xwe de got: "Rêkeftina dîrokî ya di navbera Serokayetiya Sûriyeyê, Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de gaveke mezin e ber bi siberojeke ku Sûriyeyê heq dike ye, em ji hev cuda ne, lê em hemû welatiyên Sûriyeyê ne û em hemû Sûriyeyî ne. "

Serokê Sendîkaya Hunermendên Sûriyeyê Mazin El Natûr bi şêweyekî hunerî piştgiriya xwe ji rêkeftinê re nîşan da, wî videoyek belav kir ku tê de straneke bi kurdî û erebî distrê, weşand ku di stranê de dibêje "serê xwe hilde Sûriyeyê, tu azad î. "

Derhêner Reşa ​​Hîşam Şarbetcî geşbîniya xwe anî ziman û got: “Berî her tiştî, Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên bêguneh ên Sûriyeyê bike, belkî ev hemû xwîn berdêla azadî û rizgariyê be. Lihevhatina Sûriyê-Kurdî îro me hinekî geşbîn dike tevî hemû wêraniyên ku me di demên dawî de bi serê me hatine. "

Her wiha romannûs Nebîl Milhim jî li ser peymanê wiha got: "Du îmzeyan gelek xwîn û parçebûnrawestand. Ev kêliya aqil bû, min her tim bawer dikir ku Mezlûm Ebdî kurê welat e û kesyetekî dewletbûnê ye. "

(k)