Şêniyên Holê banga Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir

Şêniyên bajarê Holê got banga Rêber Abdullah Ocalan banga qonaxeke nû ya aştiyê ye. Her wiha diyar kirin ku divê li şûna tundî û şer, siberojeke li ser esasê jiyana hevbeş a aştiyane were avakirin.

Şêniyên Holê banga Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
Şêniyên Holê banga Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
Şêniyên Holê banga Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
Şêniyên Holê banga Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kir
11 adar, 2025   15:00
HESEKÊ

Meclisa bajarê Holê yê kantona Cizîrê ji bo ravekirina naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, li salona civînan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li dar xist. Bi dehan şêniyên bajêr tev li civînê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê cîgira hevseroka Meclisa Bajêr Xedîce El Şîha, naveroka peyamê ji beşdaran re xwend û naverok û girîngiya wê şîrove kir.

Hevserokê PYD`ê li bajarê Holê Emar Mûsa li ser girîngiya bangewaziyê axivî û destnîşan kir ku ev bang, banga zelal a Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn e. Her wiha destnîşan kir ku ev peyam bangeke zelal e ji bo tevlêbûna pêvajoya siyasî û bidawîkirina şer û pevçûnên ku gelên herêmê bêzar kirine.

Beşdarên civînê jî diyar kir ku divê banga Rêber Abdullah Ocalan bigihêje hemû pêkhateyên civakê ji bo avakirina çanda aştiyê.

(k)