Hunermendê Sûriyeyî Esed Fida di 87 saliyê de koça dawî kir

Hunermendê Sûriyeyî Esed Fedda îro, di 87 saliya xwe de, piştî têkoşîna demeke dirêj bi nexweşiyekê re, koça dawî kir.

Hunermendê Sûriyeyî Esed Fida di 87 saliyê de koça dawî kir
29 hezîran, 2025   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermendê Sûriyeyî Esed Fida, yek ji sembolên navdar ên şano, dramaya Sûriyeyê û cîhana Erebî bû. Fida di temenê 87 saliyê de, piştî têkoşîna demdirêj a bi nexweşiyekê re, wefat kir.

Sendîkaya Hunermendên Sûriyeyî îro agahiya wefata Esed Fida parve kir. Sendîkayê diyar kir ku hunermendê Sûriyeyî yê koçkirî di yek nexweşxaneyên Şamê de weft kir.

Esed Fida ku ji xelkê Laziqiyê ye wekî yek ji navên girîng e ku hunera Sûriyeyê bi pêş xistiye, daxmaya xwe di şano, televîzyon û sînemayê de hiştiye.

(ac/fr)

ANHA