Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn

Hunermend Mihemd Şêxo di 36`emîn salvegera koça dawî de, li ser gora xwe hat bibîranîn. Hunermendan destnîşan kirin ku ew her li ser şopa wî bin.

Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn
Hunermend Mihemed Şêxo li ser gora xwe hat bibîranîn
9 adar, 2025   14:35
QAMIŞLO

Hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Kurd ên li bajarê Qamişlo di 36`emîn salvegera koça dawî ya Hunermend Mihemed Şêxo, li ser gora wî ya li goristana Hilêliyê bi bîr anî.

Beşdarên merasîmê bîranînê wêneyên Mihemed Şêxo rakiribûn û gul danîn ser gora wî. Hunermendan jî stranên wî gotin.

Li ser gorê hunermend Ridwan Keno da zanîn ku bi zengînî hunermend Mihemed Şêxo giha koça xwe ya dawî, ew her bi hezkirin li dengî wî guhdar dikin.

Birayê hunermend Mihemed Şêxo, Beha Şêxo diyar kir ku Mihemed Şêxo di salên kin ên jiyana xwe de, berhemdariyeke dewlemend afirand û got: "Gotinên stranên wî hemû hilbijartî bûn, ji bo gel û doza xwe stran gotin. Ti carî xwe li ber ti kesî netewand û her li ser doza gelê xwe ma."

Beha Şêxo bi domdarî got “Kesayeta wî ji berhemê wî mezintir bû, ger ne wiha ba wê nikarîbe ew qas berhemê dewlemend ku heta niha mayî bidaya.”

Hunermend Danîş Botan jî axivî û destnîşan kir ku Mihemed Şêxo di milê hest, wijdan û xizmetê de gelek xebat ji bo gelê xwe daye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Deng û hestê Hunermend Mihemed Şêxo derbasî dilê her Kurd bû. Xwezî em bighêjin asta ku ew gihaştibûyê. Em wî weke kesayeteke pîroz dibînin û em ê di rêya wî ya xizmetkariya civakê de bin.”

Hunermend Mihemed Şêxo di 9`ê Adara 1989`an de di encamê krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

(bb)

ANHA