Şêniyên Çilaxayê: Naskirina destûrî ya zimanê kurdî mafekî rewa ye

Şêniyên Çilaxayê diyar kir ku zimanê kurdî nasnameya wan a neteweyî û çandî û fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî rewa ye, her wiha xwest zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were fermîkirin.

Şêniyên Çilaxayê: Naskirina destûrî ya zimanê kurdî mafekî rewa ye
3 tîrmeh, 2026   02:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Bi zêdebûna axaftina li ser amadekirina destûra nû ya Sûriyeyê, pêkhateyên Sûriyeyê daxwaza mîsogerkirina mafên xwe di destûrê de dikin. Kurdên ji Çilaxayê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku ziman mafekî çandî û neteweyî yê gelê Kurd e û divê di destûrê de were nîvisandin.

Şêrewan Sefo anî ziman ku zimanê dayikê hebûn û nasnameya gelê Kurd e û got gelê Kurd gelekî resen e ku li ser xaka xwe ya dîrokî dijî, mafê wî heye ku bi zimanê xwe fêr bibe û di tevahî qadên jiyanê de bi kar bîne.

Şêrewan Sefo bal kişand ser siyasetên bêparhiştina Kurdan ji vî mafî û ev bang kir: "Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de zimanê kurdî wekî zimanê duyemîn li welat di qadên perwerde û îdarî de were naskirin. Kurd piştî ew qas berdêlên ku dane, ji mafî nayên xwarê."

Îman Remedan jî bi bîr xist ku rejîma berê Kurdan ji fêrbûn û axaftina azad a bi zimanê xwe yê dayikê qedexe kiribû, lê şoreşa Rojava zimanê kurdî zindî kir û di hemû qadan de pêş xist.

Îman Remedan anî ziman ku ziman ne tenê ji bo peywendiyan e, lê di heman demê de nasname, girêdan û çanda neteweyan e. Îman banga naskirina zimanê kurdî wekî zimanê duyemîn di destûrê de kir.

Renda Elî jî diyar kir ku zimanê kurdî dîrok û nasnameya gelê Kurd e û got, bêparhiştina Kurdan ji zimanê wan beşek ji siyasetên asîmîlekirinê ye ku bi sedên salan li dijî wan hatibû pêkanîn.

Renda Elî naskirina destûrî ya zimanê kurdî wekî gaveke girîng ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî bi nav kir û got, dê têkoşînê berdewam bikin ta mafên zimanî û çandî yên gelê Kurd di destûra nû de werin mîsogerkirin.

(bb)

ANHA