HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Xakurkê 2 gerîla şehîd bûne û got, "Em careke din soza xwe dubare dikin ku di şexsê wan de em ê layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin."

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
31 gulan 2024   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyêkî di derbarê nasnameyên du gerîlayên ku di 27'ê Nîsana 2024'an de li herêma Xakurkê şehîdan bûn eşkere kir

Daxuyanî wiha ye:

“Hevrêyê me Piling ewladê leheng ê gelê Germiyanê ye ku bi berxwedanên dîrokî hatiye pêçandin, bi kesayetiya xwe ya durust û sade karî bû weke milîtanekî Apoyî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Hevrêyê me Piling ku di demeke ku êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê û operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destpê kir de berê xwe da nava refên azadiyê, bi saya refleksa xwe ya civakî cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt û wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî. Hevrêyê me Piling ku bi hişmendiya erk û berpirsyariyên xwe tevlî her xebatê bûye û serketin kiriye armanca xwe, têkoşîna xwe di lûtkeyê de bi dawî kir û derbasî dîroka azadiyê ya gelê me bûye.

Hevrêyê me Rûbar ku ji hevrêyên di dema Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn bi bandor bû û bi hesta deyndariyê tevlî nava refên gerîla bû, bi pratîka xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me yê ku li dijî dijmin xwedî hêrs û kînek mezin bû, bi zanebûna ku cihê hesabpirsînê refên gerîla ye, berê xwe da çiyayên azad. Di her şert û mercî de ji bo zindîkirina xeta Partiyê kedeke mezin da. Heta nefesa xwe ya dawî şer kir û ji bo xeyalên şehîdên me pêk bîne helwesteke biryardar nîşan da. Wezîfeyên xwe bi layiqî bi cih anî.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Piling û Rûbar ên ku ji bo "Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad" têkoşiyan û her kêliya xwe li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi awayekî tejî jiyan re dixwazin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku weke şopdarên hevrêyên xwe Piling û Rûbar em ê têkoşîna xwe mezin bikin û di şexsê wan de em ê layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin.

Agahiyên nasnameya hevreyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Piling Germiyan

Nav û paşnav: Karwan Nazim Heme Xerîb

Cihê jidayikbûnê: Germiyan

Navê dayik û bav: Sevbo-Nazim

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Nîsana 2024/ Xakurkê

Nasnav: Rûbar Agirî

Nav û paşnav: Hesen Hesen

Cihê jidayikbûnê: Dirbesiyê

Navê dayik û bav: Xedîce- Şêxmûs

Dem û cihê şehadetê: 27’ê Nîsana 2024/ Xakurkê

PILING GERMIYAN

Hevrêyê me Piling li Kelarê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, weke mirovekî ku bi çand û exlaqa Kurdîtiyê ve girêdayî, mezin bû. Hevrêyê me ku di temenê biçûk de  şerê ku li Kurdistanê diqeyime lêpirsîn dikir, her tim di vî alî de nakokî jiyan e. Hevrêyê me yê ku ji bo destekkirina malbata xwe ji aliyê aborî ve xebitî, ji ber vê yekê feraseta kedê jî zû nas kir. Hevrêyê me ku rêzikên ku pergalê ji bo ciwanan daniye qebûl nekir, hêj di ciwantiya xwe de eleqeya wî li hemberî Tevgera me destpê kir. Bi sekna hin hevrêyên me yên ku ew nas dikir, gelek bandor bû. Hevrêyê me ku bi cihgirtina li nava xebatên ciwanan re gava destpêkê ya têkoşînê avêt, di nava xebatên rêxistinbûyînê de cih girt û tevlîbûneke bi coş nîşan da. Taybetmendiyên ciwantiyê ya xwîngermî û bi tevger di şexsê xwe de şênber kir û di her xebatên ku tevlî bû de serketin bi dest xist. Di pêvajoyên xebatên xwe yên li bajêr de, xwe di her alî de pêş xist û asta têkoşînê bi lêhûrbûnê kur xurtir kir. Hevrêyê me ku li hemberî komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê dixwazin hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojava li dijî gelê me pêk bînin hesas e, gihişt wê biryardariyê ku divê teqez ev êrîş bê bersiv nemînin. Hevrêyê me ku xwest tola qirkirina li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî hat kirin hilîne, gihîşt wê encamê ku ev yek wê bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêkan be. Li ser vê bingehê hevrêyê me Piling di sala 2015'an de ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Piling ku li herêma Xakurkê perwerdehiya şervanên nû wergirt, zû adapteyî jiyana gerîlatî û çiyê bû. Qadên perwerdehiyê ji bo xwe weke derfeta xwe pêş xistinê dît û li ser vê bingehê hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve bi pêş ket. Ji ber meraq û lêgerîna xwe bala hevrêyên xwe kişandiye. Hevrêyê me Piling ku ji bo zanînê tî bû û her tiştên li dibistanên sîstemê lêpirsîn dikir, li ser parêzname û analîzên kesayetiyê yên Rêbertiya me lêhûr bû. Hevrêyê me ku heyranê çanda partiyê û jiyana bi hev re ya gerîla ya bi xwezayê re bû, di nava jiyanê de her tim milîtanek bi coş û kelecanî bû. Ji bo kêmasî û xeletiyan cih nedida û her tim ji bo serketinên mezintir lêhûr dibû.

Hevrêyê me yê ji xwezaya bi heybet a herêma Xakurkê hez dikir, xwest biçe her derê û vê erdnîgariya bedew hîn bibe. Hevrêyê me ku li herêma Xakurkê heta şehadeta xwe têkoşiya, cihekî ku neçûbe nema bû. Hevrê Piling ku di xebatên pratîkî de jêhatî bû, sivikkirina barê hevrêyên xwe ji bo xwe kir armanca herî sereke. Di nirxandineke xwe de ya li ser jiyana PKK'ê de got, "Min fêm kir bê ka çawa dijîm. Ji vir û pê ve ez ê çawa bijîm jî min fêm kir. Ez hînî nirxdayîna mirovan û bûna şervanekî bûm.” Hevrê Piling ku li ser perspektîfa ''Çawa bijî'' ya Rêbertiya me lêhûrbû, xwe bi temamî fedayê Partî û şehîdan kir. Hevrêyê me ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker her tim pêşniyar dikir ku biçe herêmên şer lê giran bû, bi vî rengî xwest wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne. Hevrêyê me ku di qada leşkerî de jêhatîbûn bi dest xist, ji bo ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi cih bîne her demê di rewşeke lêhûrbûnê de bû. Weke gerîlayekî ji bo her peywirê û di nav her şert û mercî de xwe amade kir, ji bo derbên giran li dijmin bixe xwe pêşniyar kir û li ser vê esasê cihê xwe di nava amadekariyên li dijî operasyonên dagirkeriyê ku dijmin dixwest li herêma Xakurkê pêk bîne girt. Hevrêyê me ku bi kesayetiya xwe ya fedekar û kedkar karî ji bo hemû hevrêyên xwe bibe mînak, di her kêliyê de hewl da bibe layiqî hevrêyên xwe yên şehîd.

Hevrêyê me Piling li herêma Xakurkê yekem pêngava jiyana gerîla avêt û li vir gelekî ked da û têkoşiya. Azweriya xwe ya têkoşînê her roj zêdetir kir û ji bo ku dijmin negihije armancên xwe, xwe ji bo dijwartirîn erkan pêşniyar kir. Bi heza hînbûnê ya di perwerdeyê de û xwesteka pisporiya di warê leşkerî de di dîroka me ya têkoşînê de weke milîtanekî serketî cihê xwe girt. Hevrêyê me Piling xwe di taktîkên gerîlayên yên serdema nû de kûr kir û di nava lêgerînên bersivbûna pêvajoyê de û bû milîtanekî wisa bêyî ku ji xeta partiyê tawîzê bide meşa xwe ya azadiyê berdewam kir. Bi dilsoziya xwe ya ji rastiya Rêbertî û şehîdan re û bi tevlîbûna xwe ya jidil bû yek ji mînaka wan kesên ku jiyana fedaî li gel kesayeta xwe şênber kiriye. Hevrêyê me Piling Germiyanî di 27’ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê di encama êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû û ji bo me bû mînaka herî şênber a rêya ku divê her milîtanekî Apoyî bişopîne.

RÛBAR AGIRÎ

Hevrêyê me Rûbar Agirî li Dirbesiyê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe.  Ji ber ku malbata hevrêyê me malbateke welatparêz bû, hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas dike. Hevrêyê me li Rojavaya ku Rêbertî li wir bi salan keda ked da û tovên şoreşê lê bişkivî mezin bû û li hemberî Tevgera me hezkirineke mezin li cem peydaa dibe.  Ji derdora hevrêyê me tevlîbûnên ji bo refên gerîla û zêdebûna êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me kir ku hevrêyê me lêgerînên xwe kûrtir bike. Hevrêyê me weke hemû ciwanên  kurd di temenê xwe yê biçûk de xwe di nava rastiya şerî de dibîne û dixwaze di nava têkoşînê de cihê xwe bigire. Hevrêyê me serdemekê di nava xebatên ciwantitê de cihê xwe digire û piştre îdîaya xwe mezin dike û ji bo ku tevlî nava refên gerîla bibe kete dikeve nava lêgerînan. Hevrêyê me Rûbar yek ji wan şahidên komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê xwest li Rojava û Şengalê pêk bîne, ye û weke wijdanî lêgerînên xwe kûrtir dike û dixwaze ji dijminî tolê hilîne. Li gel şehadeta biraziyê xwe ya li Serêkaniyê ya di sala 2014’an de biryara xwe dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Rûbar ji bo ku xwe bigihîne çiyayên azad ku sereketirîn hêza tevgera me ne, gelekî li ber xwe dide. Hevrêyê me di sala 2014’an de derbasî li herêma Avaşîn dibe û bêyî ku perwerdeya şervanê nû bigire neçar dimîne ku derbasî li herêma Qendîlê bibe.  Hevrêyên wî ji ber operasyonan ew parastin û ji bo perwerdeya xwe bigire ew şandin li herêmeke cuda û ev yek jî bû sedem ku gelekî ji hevrêyên xwe bandor bibe û tevî ku şervanekî nû jî bû xwest derbasî li qadên şer bibe.

Hevrêyê me Rûbar di sala 2015’an de li herêma Qendîlê perwerdeya şervanê nû dibîne û di demeke kurt de dielime jiyan û qada lê dimîne. Di perwerdeyan de gelekî ji dîroka têkoşîna Tevgera me û lehengiyên dîroka Kurdistanê bandor dibe. Hevrêyê me wextê xwe bi xwendin û nîqaşan derbas dike û xwe gelekî pêş dixe. Piştî perwerdeya şerê nû jî li herêma Qendîlê pratîkên xwe meşand û ji bo ku zanînên xwe yên di perwerdeyê de bi dest xistine, pêk bîne jî ev yek weke derfetekê pênase kir.  Ji bo ku kêmasiyên xwe yên di warê leşkerî de temam bike û erkên xwe yên serdemî pêk bîne û ji bendewariyên gelê me re bibe bersiv di sala 2018’an de di warê segvaniyê de perwerdeyên pisporiyê digire. Hevrêyê me ji bo ku bibe gerîlayekî profesyonel kûrbûnên xwe zêdetir dike. Hevrêyê me Rûbar bi sepandina taktîkên serdemî ji xwe re dike armanc ku derbên giran li dijminî bixe û di tevahiya perwerdeya xwe de kêmasiyên xwe analîz dike û encamên mezin bi dest dixe. Bi kûrbûnên di perwerdeyê de analîza kesayeta xwe dike û ji bo ku hewlên nû pêk bîne gelekî li ber xwe dide û di warê îdeolojiyê de jî xwe gelekî pêş dixe. Hevrêyê me bi perwerdeya pirporiyê xwe di warê leşkerî de gelekî pêş dixe û dibe gerîlayekî ku ji pêvajoyê re amade. Hevrêyê me perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam dike û piştî ku weke gerîlayekî profesyonel li herêma Qendîlê dimîne, berê xwe dide li herêma Xakurkê. Hevrêyê me ji bo tolhilînîna hevrêyên xwe yên şehîd û ji bo ku ji êrîşên dijmin re bibe bersiv serketina teqez ji xwe re weke sereketirîn armancê qebûl dike û dibe xwedî sekneke bibiryar. Hevrêyê me di wê baweriyê de bû ku bes gerîla wê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibin û ev yek jî li gel têkoşîna li ser xeta fedaîtiyê pêkan didît. Girêdayî vê yekê di hemû kêliyên têkoşîna xwe de li her derê ji bo ku mîrateya şehîdên azadiyê mezintir bike bênavber têkoşiya.

Hevrêyê me Rûbar Agirî di 27’ê Nîsana 2024’an de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Xakurkê,  tevlî karwanê şehîdan dibe û weke mîlîtanekî fedaî yê Apoyî bi tevlîbûna xwe ya bibiryar, sade û jidil karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Em weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşîna azadiyê ya ku hevrêyê me Rûbar Agirî dewrî me kiriye, di şexsê wî de bi hişmendiya layiqbûna hemû şehîdên xwe, bi serketinê ba bikin."