HPC`ê piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê ragihand

Hêzên Parastina Civakê HPC`ê li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku ew ê li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê têbikoşin.

HPC`ê piştgiriya xwe ya ji bo QSD’ê ragihand
25 kanûn, 2024   14:56
QAMIŞLO

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakê îro li ber navenda xwe ya li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê kom bûn û helwesta xwe ya piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê, anîn ziman.

HPC bi daxuyaniyekê got ku divê hemû pêkhateyên herêmê piştgiriya QSD`ê bikin, ku li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji bo bidestxistina serkeftinê û rizgarkirina herêmên dagirkirî, têdikoşe

(k)