HPC`ê li Til Hemîsê: Em axa xwe nadin dagirkeran

Hêzên Parastina Civakî HPC`ê li bajarê Til Hemîsê diyar kirin ku ew ê heta serkeftinê li kêleka Hêzên Sûryeya Demokratîk bajarê xwe bibparêzin.

HPC`ê li Til Hemîsê: Em axa xwe nadin dagirkeran
5 ÇILE, 2025   13:32
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ku erkê parastina bajarê xwe girtine ser milê xwe, li pêşiya navenda HPC`ê yan bajêr kom bûn û daxuyanî dan.

Endamên HPC`ê li bajarê Til Hemîsê Salih El Xelef daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de şêniyan tekez kir ku ew ên li kêleka QSD`ê bajarê xwe biparêzin û gotin "QSD`ê hêza me ya parastinê ya rewa ye ku hemû pêkhateyan di nava xwe dihewîne. "

Şêniyan soza parastina herêmê û destkeftiyên şoreşa gel dan, her wiha tekez kirin ku " em axa xwe nadin dagirkeran, ew ên ku dixwazin hevgirtina me têk bibin. "

(k)