Çeteyan Goristana Şehîdên Minbicê xirab kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîdan a li başûrê Minbicê xirab kir.

Çeteyan Goristana Şehîdên Minbicê xirab kir
5 ÇILE, 2025   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku dûrî exlaq û nixên civakê ne, Goristana Şehîdan a li başûrê bajarê Minbicê wêran kir.

Di goristanê de odeya wêneyên şehîdan ji aliyê çeteyan ve hat xirabkirin û kel û pelên tê de hatin talankirin.

Di dîmenên ku ajansa me bi dest xistin, kîna çeteyan a li hemberî wêneyên şehîdên Minbicê diyar dibe.

Çavkaniyan ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker Goristana Şehîdên Minbicê wêran kir. Li gorî çavkaniyan, kiryarên çeteyên mîna yên çeteyên DAIŞˈê ne ku dema di sala 2014ˈan de derbasî Minbicê bibûn, gora Sehabî Emar Bin Yasir û Mizgefta Ûweys El Qerenî û Mizgefta Eqîl El Minbicê xirab kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê nerazîbûn nîşanî sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker da.

(bb)