P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist

P.Y.D.K.S’ê di panelekê diyalogê de pêşdeçûnên diyaloga Kurdî, çareserkirina pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê, helwestên herêmî û navneteweyî ji pirsgirêkê, girîngiya diyalogê ji bo krîzan nîqaş kirin.

P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
P.Y.D.K.S li ser Rêketina Kurdî û siberoja diyaloga Sûrî panelek li dar xist
10 gulan, 2025   23:09
HESEKÊ

Rêxistina Hesekê û Serêkaniyê ya Partiya Yekitî ya Demokrat a Kurd li Sûriye (P.Y.D.K.S) bi sernavê "Rêkeftina Kurdî û rêveçûnên diyaloga bi Şamê û pêkhateyên Sûriyeyê re" li Parka Xwendinê ya taxa Til Hecerê ya Hesekê paneleke diyalogê ya siyasî organîze kir. Di panelê de kesên bi siyasetê re eleqedar in, hejmareke rewşenbîr, endamên partiyên siyasî yên cuda amade bûn.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya P.Y.D.K.S’ê Hisên Bedir panel bi rê ve bir. Bedir pêşdeçûnên diyaloga Kurdî-Sûrî, piştî yekrêziya Kuran û astengiyên li pêşberî dan û standinên bi Şamê re, helwestên herêmî û navneteweyî ji pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê nirxandin.

Di panelê de, asoyên çareseriya siyasî, yên piştî Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, bandorê wê li ser Sûriyeyê bi giştî, digel guhertinên mezin ên li Rojhilata Navîn de hatin nîqaşkirin.

Bedir diyar kir ku konferans bi saya kedên Fermandarê Giştî yê QSD’ Mazlûm Ebdî û serokê PDK’ê Masûd Barzanî û alîkariyên dewletên rojavayî hat lidarxistin û got: "Yekrêziya Kurdî ne tenê di vê wextê de girîng e, lê pêwîstiya ji bo dabînkirina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de ye."

Bedir her wiha da zanîn ku yekrêziya Kurd daxwaza gelê Kurd tevahî bû û di tevahî serdeman de ramyarên Kurd ji nivîskar û dîroknasan weke Ehmedê Xanê, helbestvan Cegerxwîn û hwd daxwaz yekrêziyê kir û got: "Ev lihevkirin ji bo pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê û parçeyên din ên Kurdistanê gava bingehîn e."

Beşdaran nêrîn û nîqaşên xwe li ser mijarê kirin û diyar kir ku yekrêziya Kurdî û berdewamkirina nîqaşê di nava tevahî aliyên siyasî de rêbaza çareserkirina pirsgirêka Kurd e.

(fr)

ANHA