Hizbullahê dirêjkirina peymana agirbestê qebûl nekir

Hizbullahê qebûl nekir ku peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re heta 18’ê Sibatê dirêj bike.

Hizbullahê dirêjkirina peymana agirbestê qebûl nekir
28 ÇILE, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ragihand ku peymana agirbestê ya di navbera Lubnan û Îsraîlê de heta 18’ê Sibatê hate dirêjkirin.

Hizbullahê jî ragihand ku ew dirêjkirina peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re ji bo 3 hefteyên din napejirîne.

Sekreterê giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim got: "Em qebûl nakin ku muhleta vekişînê ya Îsraîlê rojekê jî were dirêjkirin.”

Di heman demê de, serokê Lubnanê Cozêf Aun got: "Dewletên cîhanê du şertên bingehîn ji bo alîkariya Lubnanê destnîşan dikin, ew jî destpêkirina reformên aborî, darayî û yên din in, ku ev yek dê bibe deriyê avakirina baweriyê di navbera Lubnan û cîhana derve de."