Ji 6’ê Adarê ve 747 kes li perava Sûriyeyê hatine kuştin

Ji pêncşemê (6’ê Adarê) ve, jê zêdetirî 500 kes sivîl in, bi giştî 747 kes li perava Sûriyeyê hatine kuştin.

Ji 6’ê Adarê ve 747 kes li perava Sûriyeyê hatine kuştin
8 adar, 2025   23:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di êrişên lêgerîn û pevçûnên navbera hêzên desthilata Şamê û çekêdarên rejîma berê de, ji pêncşemê ve, zêdetirî 530 sivîl hatine kuştin.

Bi wê re, hejmara kuştiyên ji destpêka pevçûnên pêncşemê ve bû 747 kes, jê 213 ji hêzên desthilata Şamê û çekdarên girêdayî rejîma berê ne.

Girêdayî heman mijarê, ji tirsa pêkanîna komkujiyan bi hezaran xelkê perava Sûriyeyê ber bi bakurê Lubnanê ve penaber bûn. Li gorî raporên xwecihî bi dehan malbat derbasî baregeha Himêmîm a li gundewarê Laziqiyê bûn.

(fr)