Hizbullah: Me bersiva kuştina El Arûrî da

Hizbullahê ragihand ku bersiva pêşîn a kuştina cîgirê serokê polîtburoya Hemasê Salih El Arûrî daye û bi 62 moşekan li baregeha artêşa Îsraîlê ya li Çiyayê Mîron ê Celîlê daye.

Hizbullah: Me bersiva kuştina El Arûrî da
6 ÇILE, 2024   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê bi daxuyaniyekê ku îro li ser Telegramê parve kiriye, got: "Di çarçoveya bersivdayîna pêşîn a li dijî kuştina rêberê mezin Şêx Salih El Arûrî û birayên wî yên şehîd de, mucahidên bexwedana îslamî îro sibehê saet di 08.10’an de, baregeha Mîron a çavdêriya hewayî bi 62 moşekan kiriye hedef. Di encamê de birîndar çêbûne."

Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê parve kiriye, got "şaneya terorîst a ku beşdarî avêtina moşekan bûye, têk biriye."

(bb)