Hizbullah bi 6 moşekan êriş kir, Îsraîlê jî hişyarî da

Îsraîlê hişyarî da niştecihên 5 bajarokên başûrê Lubnanê ku beriya bombebaranê ji malên xwe derkevin. Artêşê ragihand ku 6 moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Hizbullah bi 6 moşekan êriş kir, Îsraîlê jî hişyarî da
24 mijdar, 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê hişyarî da şêniyên bajarokên  Zotar Şerqiye, Zotar Xerbiye, Arnon, Yehmer û Qasîba yên başûrê Lubnanê ku beriya bombebaranê malên xwe biterikînin.

Di daxuyaniya artêşê de hate gotin: "Divê hûn demildest ji malên xwe derkevin û biçin bakurê çemê El Ewlî. Jiyana çi kesên nêzî endamên Hizbullahê yan jî navendên wê yan jî çekên wê bin di xetereyê de ye."

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyeke din de ragihand ku 6 moşek ji Lubnanê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û da zanîn ku 5 moşek ji aliyê artêşê ve hatin astengkirin û yek li cihekî vala ket.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên domdar de 3 hezar û 670 kes hatiye kuştin û 15 hezar û 413 kes jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên Îsraîlê ji 23`yê Îlonê ve bê navber başûrê Lubnanê, Bîqa ya rojhilatê Lubnanê, Beyrût, başûrê Beyrûtê, çiyayê Beyrûtê û bakurê wê bombebaran dike.

Artêşa Îsraîlê 1`ê Cotmehê êriş bejahî li ser başûrê Lubnanê da destpêkirin.

Di êrişên Îsraîlê de malên welatiyan, navendên sivîl, tenduristî û rê, navendên artêşa Lubnanê û hêzên navneteweyî UNIFIL`ê hatin hedefkirin.

(şx/bb)