Li Fransayê bi tewana destdirêjiya li jinekê 50 mêr têne darizandin

Sibe dadgeha Fransayê 50 mêr bi tawana destdirêjîya jineke fransî tên darizandin. Zêdetirî 400 rêxistin û kesayetên fransî jî bi nêzîkbûna 25`ê Mijdarê re banga xwepêşandanê kirin.

Li Fransayê bi tewana destdirêjiya li jinekê 50 mêr têne darizandin
24 mijdar, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Fransayê, 50 mêran bi hevkariya hevjînê wê, di nava nêzî 10 salan de, destdirêjî li jina bi navê Gisèle Pélicoux kirin. Sibe duşemê 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî, 50 mêrên tewanbar têne pêşberî dadgehê.

Endama rêxistina Grever Feministe Amandine Cormier roja çarşemê di civîneke çapemeniyê de li Parîsê destnîşan kir ku rûniştna darizandinê li qada navnetewî deng vedaye, duşemê dest pê dike û dê 3 rojan bidome. Ev darizandin "xuyan dike ku çanda tacawizkirinê mîna tundiya li ser jinan di civakê de rûniştiye".

Amandine wiha domand: "Tundiya baviksalarî li her derê rû dide, li kar, li mal, li cihên xwendinê, li kolanan, li saziyên tenduristiyê û li her derê civakê."

Di heman çarçoveyê de bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navnetewî,  zêdetirî 400 rêxistin û kesayetên fransî duh li dijî Tundiya li ser jinan banga seferberiyê û meşa girseyî kir.

(şx)