Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê

Her çiqasî cotkarên Til Birakê li şûna çandiniya bejî ya ji ber hişkesaliyê zirar dîtine, xwe dispêrin çandiniya avî jî, lê ji ber kêmbûna mazotê û bêbandoriya enerjiya tavê di rewşa hewayê ya nebaş de, nikarin bîrên xwe bixebitînin.

Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
Hişkesalî û kêmbûna sotemeniyê xisareke mezin gihand çandiniya Til Birakê
15 gulan, 2025   03:06
HESEKÊ
AMIR EL-EZAWÎ

Çandiniya îsal ya li herêma Til Birakê ya kantona Cizîrê Herêma ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber rewşa aloz ên avhewa û aborî, bi taybetî ji ber hişkesaliya ji ber guherîna avhewayê û kêmbûna sotemeniyê, rastî krîzeke giran hatiye. Ev jî bûn sedema zirareke mezin ji bo cotkaran, nemaze cotkarên ku xwe dispêrin çandiniya bejî.

ÇANDINIYA BEJÎ RASTÎ ZIRARÊN MEZIN HATIN

Ji ber kêmbûna barîna baranê, çandiniya bejî ya li Til Birakê weke herêmên din ên Sûriyeyê telef bûn, bi taybet genim û ceh. Vê yekê gelek cotkar neçar kirin ku berhemên xwe weke êm û xwarina pez bi buhayekî kêm bifiroşin, ku zirarê kêm bikin.

ÇANDINIYA AVÎ DI NAVBERA ARÎŞEYA KÊMBÛNA MAZOTÊ Û LAWAZIYA ENERJIYA TAVÊ DE

Di dema hişkesaliyê de çandiniya avî ji bo cotkaran bijarteyeke altarnatîf e û lê ev jî bi astengiyên mezin re rû bi rû maye. Ev cure çandinî xwe dispêre jenetorên li ser mazotê dixebitin an jî pergala eneriya tavê, û her du bijarte jî rûbirûyî pirsgirêkên xebitînê û aborî mane.

Jenetorên mazotê rûbirûyî arîşeya kêmbûna mazotê û bilindbûna lêçûna tamîrkirinê ne, li kêlek wê jî mazota Rêveberiya Xweser dide jî derengî tê belavkirin. Bi wê re cotkaran neçar dibin ku ji sûkên reş bikirin. Li sûkên reş jî bihayê her lîtreyekê bi 7 hezar Sûriyeyê ye.

Pergalên enerjiya tavê jî, her çiqasî bijarteyeke hawîrdorparêz be jî, lê di rojên ewrahî û tozî de kêmtir bikêrhatî ne û bi şev jî tew naxebitin, ji ber vê yekê ew ji bo avdana domdar a çandiniyê têrê nakin.

COTKAR: MEWSIM FELAKET E Û PIŞTGIRÎ TUNE YE

Di vê çarçoveyê de, cotkar Ehmed El Cedûi yê ji gundê El Cesa yê bakurê Til Birakê, ji ajansa me re got: "Mewsima îsal zuwa û sert e. Genim û cehê bejî hema hema telef bûn, ji lew re ji neçarî me wek elef anku êm firot. Ji bo çandiniya avî jî, heta Gulanê me tenê 2 caran mazot wergirtiye, ruxmî ku herî kêm pêdiviya me bi 5 an 6 caran heye."

Ehmed ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Çandina pembo ji destpêka Nîsanê ve dest pê kiriye û heta niha me tu mazot wernegirtiye. Ev jî nîşaneya xisarên din e. Em daxwaza dabînkirina birêkûpêk û bi bihayekî guncaw a mazotê dikin, her wiha em daxwaza bilindkirina bihayê kirîna genim li gorî lêçûnên wê yên bilind dikin."

PÊŞNIYAR Û DAXWAZÊN LEZGÎN

Ji ber van pirsgirêkan, cotkar bang li aliyên peywendîdar dikin ku bi bihayekî guncaw û di dema xwe de mazotê bidin, bihaya wergirtina genim zêde bikin, ku li gorî lêçûnên çandinî û xisaran be. Her wiha çavdêriya li ser binzînxaneyan zêde bikin ku keysbaziya mazotê sînordar bibe. Li kêlek wê jî daxwaza piştgiriya projeyên enerjiya alternatîf hat kirin, da ku projeyên avdanê tevî guherîna hewayê berdewam bike.

(aq/fr)