`Li Sûriyeyê divê Wezareta Jinan were avakirin’

Endama Komîteya Entegrasyonê li parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen li ser daxwazên jinan li Sûriyeyê û astengiyên ku dibînin axivî û diyar kir ku divê jin tê bikoşin heyanî ku bigihêjin mafên xwe.

`Li Sûriyeyê divê Wezareta Jinan were avakirin’
9 gulan, 2026   02:35
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Endama Komîteya Entegrasyonê li parêzgeha Hesekê Jiyan Hesen li ser hevdîtinên di mijara jinan de bi hikumeta demkî re tên kirin, ji ajansa me re axivî. 

Jiyan Hesen anî ziman ku ew di hevdîtinên bi hikumeta demkî re li ser mafên jinên Sûriyeyê nîqaş dikin û wiha got: “Hikumeta Sûriyeyê ji 21 wezaretan pêk tê, em dixwazin ku di hikumetê de wezareteke jin ava bikin, ji ber di hikumeta Sûriyeyê de wezaretekî taybet ji bo jinan nîne. Her wiha divê di destûrê Sûriyeyî de mafên jinan werin dayîn û nûnerên jin di perleman û rêvebirina dewletê de hebin.”

Jiyan Hesen destnîşan kir ku hikumeta demkî destpêke hewl daye ku Sûriyeyê li ser modêla Afganistan birêve bibe, lê belê bi saya têkoşîna jinên Sûriyeyê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê nikarîbû modêla Afganistan li Sûriyeyê pêk bînê. Her wiha da zanîn ku hikumeta demkî li Şamê û parêzgehên dîtir jinên zanist û pispor bike hedef û got ku hikumeta demkî di sazî û destûrê de hebûna jinan qebûlnake.

Jiyan Hesen diyar kir ku ew têdikoşin da ku jinên Sûriyeyê cihê xwe di hemû wezaretan de bigirin û got ku Wezareta Kar û Barên Civakî têrê nake ku jin bikarbe bighîjê mafên xwe, ji ber wezaret karûbarên civakî ye û bi pirsgirêkên malbatê re mijûl dibe.

Têkildarî şandeyên hikumeta demkî yên têne parêzgeha Hesekê, Jiyan Hesen anî ziman ku dema şandeyên hikumeta demkî têne parêzgeha Hesekê ew dipirsin çima jin di şendeyan de tine ne, şandeyên hikumetê jî her tim dibêjin ew naxwazin ku tiştek bi navê jin hebe. Jiyan Hesen li beramberî bersiva hikumetê got ku jin dikarin li hemû herêman cihê xwe di nava wezaretan de bigirin. Piştî têkoşîna jin a 14 salî ev yek têrê nake û divê wezaret û sazî bi navê jinan werin vekirin, heyanî ku jin bikarbe hebûna xwe biparêze.

`DIVÊ DI DESTÛRÊ DE MAFÊN JINAN BIDIN`

Jiyan Hesen di nava gotinên xwe de anî ziman ku jinên Sûriyeyê berpirsyariyê radikin û dixebitên lê ew ji navendên biryarê dûr xistine, ji ber vê yekê dê jinên Sûriyeyê tê bikoşin heyanî ku wezareteke jinan were avakirin û cihê xwe di navenda biryarê de bigirin.

Di berdewamiya hevdîtinê de Jiyan Hesen mijara mafên jin di destûra Sûriyeyê de werin dayîn nirxand û wiha got: “Li Sûriyeyê divê xweseriya jinan were naskirin û di destûrê de mafên jinan werin dayîn. Ji ber ku hişmendiya baviksalar û dewlet her tim jinan biçûk dibînin. Di entegrasyonê de dosya jin û bi taybet li parêzgeha Hesekê ji bo me sereke û girînge. Em her tim li ser dosya jinên Sûriyeyê bi şandeyên hikumeta demkî re nîqaş dikin. Em di hevdîtinên xwe yên bi şandeyên hikumeta demkî re ticarî mijara mafên jinan di hikumeta Sûriyeyê û xweseriya herêmên Kurdan li Cizîrê, jibîr nakin. Li Rojavayê Kurdistanê jinan pêşengtî ji şoreşê re kir, di hemû qadan de bi nasnameya xwe berpirsyartî rakirin û têkoşiyan, aliyê siyasî, civakî, dîplomasî û leşkerî de xwedî rolekî mezin bûn û li ser pêdiviyan Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. Em di pêvajoya entegrasyon û nirxandinên xwe de tînin ziman ku entegrasyon ew ku dewlet+dîmokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê jin bikevê cihên ku layîqê wê bin.”

‘HIKUMET XWESERIYA JINAN QEBÛL NAKE’

Ji bo bertekên hikumeta demkî yên li hember daxwazên jinên Sûriyeyê Jiyan Hesen got: “Hikumeta demkî zimanekî dîplomasî yê nerm bikar tînê. Dibe ku daxwazên me red nakin lê belê di heman demê de daxwazên me qebûl nakin. Dibêjin ku jin li her derî hene û pêdivî bi van daxwazan nîne, ji xwe Rêveberiya Xweser ji pêdiviya jinan zêdetir maf dane wan mînak sîstema Hevserokatiyê û di hikumetê de pêdivî bi van sîsteman nîne. Ew ji bo jinan tenê daxivin û di piratîkî de tu gav nayên avêtin. Em ê têkoşîna xwe ya siyasî û qanûnî bidomînin heyanî ku mafên jin di destûra Sûriyeyê de werin dayîn. Li parêzgeha Hesekê divê jin pêşengtî ji vê têkoşînê re bikin heyanî ku ofîs û wezareta jin were avakirin.”

Jiyan Hesen got: “Hikumet her tim dibêjê ku pêdivî nîne ku saziyên jin ên xweser werin avakiirn. Pir teng li pirsgirêka jinê dinêrin, ew difikirin ku jin divê tenê bixwînê, bizewicê, malbatê sazbike, zarokan bîne û bermalî be, ji xwe hikumet difikire ku ew mafên jin didin û vê yekê têra wê dibînin. Dema ku em bi wan re li ser mafên jinan daxivin û dibêjin ku jin berpirsyartiya her tiştî radike û dikare her tiştî bike, aliyê teorî de qebûldikin lê belê di piratîkê de gav na avêjin. Nêrandina wan ji jinê re tenê di çarçevê ku bibe hevjîn, dayîk û bermaliyeke baş. Hişmendiya wan a 5 hezar salî ye, ew pêdivî nabînin ku jin bixebitê û derbikevê ji derveyî malê. Li gorî wan divê jin tenê bermalî bin û ji malê dernekevin.”

Jiyan Hesen got ku dema şandeyên hikumetê têne parêzgeha Hesekê dibînin ku jin di hemû saziyan de berpirsyartî rakirine û wiha got: “Ew dema dibînin ku zêdetirî xwe jin berpirsyartî rakirine ew gelekî matmayî dimînin. Şandeyên hikumeta demkî dibînin ku jin xebatên şaredariyê, saziyên avê, enerjiyê, çandinî, ziman û xebatên dîplomasî birêve dibin û ne mîna parêzgehên dîtir ên Sûriyeyê ne. Ew neçar dimînin ku li rêveberiyên jin ên saziyan guhdar bikin û bi wan re li ser rewşa xebatê nîqaş bikin. Dibe ku têkildarî mijara jin hikumet germ nêz nabe lê belê em ê têbikoşin heyanî ku jin bighîjin mafên xwe. Ji bo deskeftinên jin werin parastin divê di destûrê Sûriyeyê de mafên jin bidin. Ew hêza jin heye ku Sûriyeyê biguherînê û pêşbixînê.”

‘BÊYÎ JINAN KRÎZA SÛRIYEYÊ ÇARESER NABE’

Jiyannê got êşa jinên Sûriyeyê yek e û wiha pê de çû: “Li Şamê, Hesekê, Siwêda, Beravê, Reqa, Dêrik, Qamişlo û hwd êşa jinên Sûriyeyê yek e. Jinên Kurd hem weke jin hem jî weke Kurd ji mafên xwe hatine mehrûmkirin. Têkoşîna jinan bi salan didomê, ji ber vê yekê divê ji sedî 40-50 kota jinê were dayîn û tenê ji sedî 20 têrê nake. Dema ku muduriyet têne avakirin em sê navan radikin Şamê. Şamî jî her tim mêran hildibijêre û cih nade jinan, ev yek hişmendiya wan a mêr nîşan dide. Em niha nîqaş dikin ku mekanîzemeya avakirina miduriyetan were guhertin û ji jor ve tiştek li ser me neyê ferzkirin. Em qebûlnakin ku Şam rêveberiya miduriyetan diyar bike. Li sktora tendirûstiyê gelek jin hene ku zane ne û tendirûstî xwendine. Niha jî di tenduristiyê de jin wek hevserok saziyan bi rêve dibin û em vê yekê naguherin.”

Jiyan Hesen di dawiyê de got: “Hikumeta demkî nikare rola jinan di rêvebirina Sûriyeyê de paşguh bike. Divê li gorî têkoşîna jinan û fedakariya ku kirine rêjeya nûnertiya wan di saziyan de zêde bibe. Eger jin cihê xwe di navendên biryarê de negirin, Sûriyeyeke demokratîk nayê avakirin. Dê krîza Sûriyeyê berdewam bike, ji ber rola jinan di çareserkirina pirsgirêkan û gihaştina aştiyê de sereke ye.”

(np)

ANHA