Hilbijartinên serokkomariyê yên Cezaîrê dest pê kirin

Li Cezaîrê zêdetirî 24 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina serokkomar diçin ser sendoqan.

Hilbijartinên serokkomariyê yên Cezaîrê dest pê kirin
7 îlon, 2024   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cezaîrê hilbijartinên serokkomariyê dest pê kirin. Zêdetirî 24 milyon hilbijêr dengê xwe didin. Li gorî medyaya Cezaîrê serokkomarê ku erka wî bi dawî bûye Ebdulmecîd Tebûn wek namzet dîsa tev li hilbijartinê bûye û li pêş e.

Hatibû plankirin ku bi bidawîbûna erka Tebûn re di Kanûna îsal de hilbijartin li dar ketibana, lê di Adarê de biryar hate dayîn ku 7’ê Îlonê hilbijartinên pêşwext pêk werin.

Serokê niha yê komara Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn, serokê Tevgera Civaka Aştî ya Îslamî Ebdulalî Hesanî Şerîf (57) û serokê Eniya Hêzên Sosyalîst Yûsif Ûşîsî (41) wek namzet ji bo serokatiya Cezazîrê di pêşbaziyê de ne.

‘AZADIYA NAMZETIYÊ NÎN E’

Di hilbijartinên serokatiyê yên li Cezaîrê de diviyabû 3 jin; seroka Partiya Karkeran (Sosyalîsta Çepgir) Liwîza Henûn, çalakvana hiqûqî Zubeyda  Esûl û seroka Konfederaliya Giştî ya Saziyên Cezaîrê Seîda Nexza bibana namzet, lê siyasetmedar Lîwîza Henûn di 22’yê Hezîranê de, ragihand ku ew namzetiya xwe ji hilbijartinên serokatiyê vedikişîne û hilbijartinan boykot dike. Li gorî wê sedema vekişînê ew e ku "azadiya namzetiyê tune ye".

Li gorî daneyên ku desthilata nîştimanî ya serbixwe ya hilbijartinan, li welat 24 milyon û 351 hezar û 551 hilbijêr (ji sedî 47 jin û ji sedî 53 mêr) hatine tomarkirin. Rêjeya hilbijêrên tomarkirî yên kêmî 40 saliyê ji sedî 36 e.

Hejmara hilbijêrên li derveyî welat yên tomarkirî 865 hezar û 490 (ji sedî 45 jin û 55 mêr ) e. Rêjeya hilbijêrên kêmî 40 saliyê ji sedî 15 e. Dengdayîna li derveyî 2’yê Îlonê dest pê kir.

(bb)