Qeys Xez Elî bi şandeya Tirk re civiya: Divê hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin

Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî ku bi şandeyek dewleta Tirk re civiya, ragihand ku divê hemû hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin.

Qeys Xez Elî bi şandeya Tirk re civiya: Divê hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê derkevin
7 îlon, 2024   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa ragihandinê ya Esayîb Ehlî Heq daxuyaniyek ragihand ku Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî, bi nûnerê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Elî Riza Guney re civiyaye. 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî, ji şandeya Tirk re ragihandiye ku divê hemû hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ji nav xaka Iraqê derbikevin.

Li gorî daxuyaniyê, Qeys Xez Elî peymana ‘Ewlekariyê’ ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de red kiriye û ragihandiye ku ev peyman pirsgirêkên heyî çareser nake.

Hêjayî gotinê ye di 15’ê Tebaxê de di navbera Iraq-PDK û dewleta Tirk de li Enqereyê civînek hate lidarxistin. Di vê civîna ku dewama hevdîtinên beriya niha yên li ser esasê hedefgirtina destkeftiyên gelê Kurd bû, bi hevkariya PDK’ê di navbera dewleta Tirk û Iraq’ê de ‘peymana ewlekariyê’ hatibû îmzekirin.

Piştî peymanê dewleta Tirk li nav gund û bajarên Başûrê Kurdistanê dest bi komkujiyan kir. Tenê di nava 3 rojan de 7 welatiyên sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.