Hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Rûsyayê dest pê kirin

Li herêmên Rûsyayê yên dûr û herêmên Ukraynayê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin hilbijartinên pêşwext ên serokatiyê dest pê kirin.

Hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Rûsyayê dest pê kirin
26 sibat, 2024   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Rûsyayê yên dûr welatiyan ji bo hilbijartinên serokatiyê dest bi dengdanê kir. Li herêmên Ukraynayê yên ji aliyê Rûsyayê ve hatine dagirkirin jî hilbijartin dest pê kir.

Li deverên din ên Rûsyayê jî dê navîna Adara bê dengdayîn dest pê bikin. Tê pêşbînkirin ku serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn wê bi ser keve. Heke bi serket jî dê heta 2030`î  serokatiya Rûsyayê bike.

Li gorî nûçeya AFP’ê komîteyên hilbijartinên nemzetiya muxalefetê qedexe kiriye.

Desthilata Rûs destnîşan kiribû ku hilbijartinên serokatiyê dê li 4 herêmên Ukraynayê (Donetsk, Luhansk, Zaporizhya û Xerson) yên bi temamî ne di bin kontrola wê de ne jî dê hilbijartin werin çêkirin.

Pûtîn Kanûna borî ragihandibû ku ji bilî di hilbijartinên serokatiyê de bibe namzet tu "vebijark" li pêşiya wî tune ye.

(şx)