Hiqûqnasekî armanca êrişa li ser Siwêdayê aşkera kir

Parêzer û çalakvanê serbixwe Adil El Hadî got armanca êrişên li ser Siweyda û yên tev lê bûne, têkbirina kesên bi demokrasiyê û pirrengiyê bawer in. Her wiha da zanîn ku hikumet û pê re DAIŞ, êriş dikin û ev êriş tevna civakî ya Sûriyeyê xira dike lewma federalî û parastina navneteweyî çareserî ye.

Hiqûqnasekî armanca êrişa li ser Siwêdayê aşkera kir
15 tîrmeh, 2025   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Siweydayê yê başûrê Sûriyeyê komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û çekdarên xwecih ên ku ji bo parastina herêmên xwe hatine avakirin, bi hev ketine. 

Li taxa Miqewes a rojhilatê Siweydayê hin çekdar her tim êriş durziyan kirin û nêzî 10 durzî girtin û gundewarê Şamê jî li ajokarekî durzî xist.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di wan şeran de 150 kes ji her du aliyan ve hatine kuştin û birîndar bûne.

ÊRIŞÊN MEZIN BI PIŞTGIRIYA HIKUMETÊ

Parêzer û siyasetmedarê serbixwe yê ji Siweydayê Adil El Hadî got: “Ne kes lê belê hejmareke zêde ya DAIŞ`ê, yên ewlehiya giştî û Wezareta Parastinê ya Heyet Tehrîr El Şam, komên biyanî êriş dikin. Gelek ji wan dîl ketin destê mêrên Siweydayê.”

El Hadî wiha domand: “Mijar ji kesan mezintir e. Ji aliyê Derayê li seranserî 40 kîlometreyan êrişeke mezin tê kirin. Di wan êrişan de balafirên bêmirov, tank, çekên giran, tên bikaranîn. Yanî hikumeta veguhêz bi piştgiriya êlan û DAIŞ`ê êriş Siweydayê dike.”

Li gorî El Hadî, êriş berdewama komkujiyên beravê ne, serîşikandina kesên bi demokrasiyê û pirrengiya olî, etnîkî û çandî, şaristandiyê û Sûriyeya azad bawer in. El Hadî aşkera kir ku gelek şehîdên xiristiyan ên ji Siweydayê hene.

FEDERALÎ ÇARESERÎ YE

Parêzer û çalakvanê durzi Adil El Hadî got: “Êrişker dixwazin îmareteke islamî ya DAIŞ`ê ya paşvero ava bikin ku ji projeyên derve re xizmetê bikin. Bi nêrîna min êriş, wê bi awayekî mezin bandor li tevna civakî ya nîştimanî ya Sûriyeyê bike. Xuya bû ku sûriyeyî ne gelek in. bi rastî, gelên ne wekhev in. Bertekên derdikevin, vê rastiyê nîşan didin.”

Di dawiyê de El Hadî got: “Jiyan wek berê nemaye. Êdî negengez e ku pergaleke navendî li Sûriyeyê bimîne. Divê pergaleke federalî pêk were. Divê kêmneteweyên li Sûriyeyê û yên bi demokrasiyê bawer in û heta yên nerm ji aliyê navneteweyî ve bên parastin.”

(şx)

ANHA