Tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê hate nîqaşkirin

Li Helebê têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan panelek hate lidarxistin. Di panelê de teqezî bi pêwîstiya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

14 tîrmeh, 2025   20:51
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, ji bo ku tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan nîqaş bike bi serenavê "Tenduristiya Rêber Apo garantiya aştî, civakeke demokratîk û bidestxistina destkeftiyên gelan e" panelek li dar xist.

Di panela ku li hola Mîdiya ya li taxa Eşrefiyê hate lidarxisitin de, karmendên qada bijîşkiyê, nûnerên tevgerên jinan, Meclisa Giştî û rêxistinên mafên sivîl hazir bûn.

Endamê Meclisa Tenduristiyê Dr. Azar Reşo, axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Dûre behsa armanca lidarxistina panelê kir û got: “Li gorî agahiyên ku kadroyên bijîşkiyê der barê tenduristiya Rêber Abdullah de bi dest xistine, em dixwazin tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin.”

JI BO KU TENDURISTIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN NAS BIKIN RAPOR

Piştre endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) ya Helebê Siyamend Ednan û endamê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Bangîn Mehmûd, rapora têkildarî tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan xwendin ku ji panelê re hatiye pêşkêşkirin.

Di raporê de li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li girava Îmraliyê, avhewaya li Îmraliyê, rêjeya şiliyê, nexweşî, sedemên nexweşiyê û gelek mijarên din ên girêdayî cihê Rêber Abdullah Ocalan tê de dimîne û bandorê li ser jiyana wî dike, lêkolîneke berfireh hatiye amadekirin.

Di raporê de behsa serdanên CPT û pêşniyarên wê yên der barê tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan jî hatin kirin.

Piştre şêwirmendê Rêveberiya Xweser Îbrahîm Hisên, berdevka Înîsiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emîna Xidro û hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivîn.

NEXWEŞIYA YEKEM A XWEZAYÊ KAPÎTALÎZM E

Îbrahîm Hisên  diyar kir ku kapîtalîzm bûye sedema bertekên neyînî, hilberîna karesat û nexweşiyan. Li gorî wî, çareserî di sepandina prensîbên ekolojiyê de ye.

Hisên di dawiyê de anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan, bi rêya projeya neteweya demokratîk û banga wî ya dawî ji bo "aştî û civaka demokratîk", wê aştî û aramiyê bîne tevahiya herêmê û pêşeroja wê biparêze.

KESAYETIYA HERÎ BI BANDOR DI WARÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ DE

 Berdevaka Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amne Xedro, beşdar û kesên bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan bawer in, pîroz kir ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan kesayeta herî zêde bandor li aştiyê û demokrasiya li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.

Amne îşaret bi destkeftiyên ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin kir û gotina hevserokê KCK`ê Cemîl Bayiq ku di kongreya 12`emîn a PKK`ê de gotiye bi bîrxist ku got: “Heke careke din bêm jiyanê ez ê dîsa Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bikim rêber.”

MANÎFESTOYA " AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK"

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî destnîşan kir ku ji bo ku welatekî azad, pirreng, nenavendî û demokratîk bê avakirin, ji bo ku qirkirinên etnîkî û olî rawestin, divê rola Rêber Abdullah Ocalan di hemû astan de were bicîhanîn.

NÊRÎN Û NÎQAŞ

Her wiha bijîşk ji derveyî Sûriyeyê jî bi rêya qeydên bi dîmen tev li panelê bûn û hemû heman fikir in ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin û ji bo ku ev armanc pêk were divê li ser tevahî astan, tedbîrên pêwîst ên ji bo parastina tenduristiya wî bên girtin.

PÊŞNIYAR

Li ser bingeha rapora tenduristiyê û li gorî nêrînên pisporên bijîşkî û li ser bingeha agahiyên berdest, panela tenduristiyê bi pêşniyarên jêrîn bi dawî bû:

1-Ji ber ku avhewaya li girtîgehê bandor li tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan ê ku temenê wî 74 sal derbas kiriye, dike divê cihê lê tê ragirtin bê guhertin.

2-Divê çavdêriya bijîşkî hebe.

3-Divê xwarina saxlem û yên bi vitamin dewlemend jê re bê pêşkêşkirin, hucreya lê dimîne bi awayekî baş were hewadarkirin. Her wiha odyogram jê re were çêkirin.

4-Divê şandeyeke navneteweyî, pirsporên tenduristiyê serdana wî bikin. 

5-Divê derfeta şandeya navneteweyî hebe ku yekser biçe Îmraliyê.

6-Divê CPT, helwesteke diyar nîşan bide. Divê bi lez rapora xwe ya têkildarî serdana Îlona 2022`yan ragihîne.

7-Divê raporên têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan, ji rêxistinên tenduristiyê yên cîhanî re mîna Xaça Sor, Heyva Sor a Cîhanî, Bijîşkên Sînornenas bên şandin.

(ac-şx)