Hikumeta Veguhêz nehişt komîteya lêkolînkirina rastiyê bikeve Siwêdayê

Piştî bûyerên Tîrmeha 2025'an rûspî û lêvegerên olî yên Siwêdayê banga destpêkirina lêpirsînan kiribû. Girêdayî wê Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê diyar kir ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê nehiştiye Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan bikeve parêzgehê.

Hikumeta Veguhêz nehişt komîteya lêkolînkirina rastiyê bikeve Siwêdayê
20 îlon, 2025   23:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Bilind a Qanûnî ya Siwêdayê da zanîn ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Navneteweyî ji parêzgeha Siwêdayê re asteng kiriye.

Komîteya Qanûnî diyar kir ku vexwendineke fermî ji aliyê rûspiyên Siwêdayê ve wekî serokê rohanî yê Durziyan Şêx Hîkmet El Hecrî û Mitranê Romên Ortodoks Antonyos Seid hat şandin û tê de vekirina derfetan ji bo pêkanîna lêpirsîn û lêkolînan hatibû misogerkirin.

Hat diyarkirin ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bi bihaneyên nerast daxwazên derbasbûna Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan red kirine.

Komîteyê bang li civata navneteweyî kir ku destekê bidin wê da ku bê şert û bê destwerdana Hikumeta Veguhêz dest bi xebatên xwe bike.

Her wiha banga parastina sivîlan û piştgiriya şêniyên Siwêdayê ji bo birêvebirina karûbarên xwe hat kirin.

(mh)