Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne

Kesên ku bi zorê ji Serêkaniyê û gundewarên wê yên dagirkirî hatine koçberkirin, li navendên koçberan zehmetiyan dikişînin, lê ew bi hêvî û baweriya vegera li malên xwe têkoşîna xwe didomînin.

Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
Koçberên ji Serêkaniyê; tevî êş û azaran jî li benda vegereke ewle ne
21 îlon, 2025   04:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Li navendeke koçberan a li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, Xewla El Ebdulezîz ku bi zorê ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê yê dagirkirî hatiye koçberkirin, tevî zarokên xwe dijî. Xewla (40) yek ji hezaran jinan e ku piştî gundên wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, neçar man ku ji malên xwe derkevin.

Xewlayê kêliyên pêşîn ên koçberiya xwe ya bi darê zorê bi bîr xistin û got: "Di êvara 14`ê Cotmeha 2019`an de, topbaran nêzîkî gundê me dibû û top bi dijwarî dibarîn. Di wê kêliyê de tenê rev li pêşiya me ma. Min zarokên xwe hilgirtin, lê min nikarîbû tiştekî ji malê bibim. Her tişt li şûn me ma. Hemû bîranînên me li wir man.”

ODEYEKE BIÇÛK A DIBISTANEKÊ VEGUHERÎ STARGEHEKÊ

Xewla bi hevjînê xwe Ebdulhemîd El Xelef û 7 zarokên xwe re gihaşt dibistaneke li bajarê Til Temirê ku ji bo koçberên ji bajarê dagirkirî Serêkaniyê û gundên wê veguherî stargehekê. Di stargehê de pêdiviyên bingehîn ên wekî xwarin, av û lênêrîna tenduristiyê peyda dibin, lê hejmara malbatên li wir dimînin pir e, lewma jiyana rojane bi dijwarî derbas dibe.

Her malbatek di odeyeke dibistanê ya 30 metreçargoşeyî de dijî. Xewla dibêje: "Ode pir piçûk û qerebalix e, lê tevî her tiştî, mayîna me bi hev re hêza me ye.”

KOÇBERÎ Û REWŞA ZAROKAN

Koçberî herî zêde bandorê li zarokan dike. Xewla behsa zarokên xwe dike û dibêje: "Ez xemgîniya di çavê wan de dibînim. Ez pirsên li ser mala me ya kevn û dibistana ku wan li dû xwe hiştiye dibihîzim. Ez hewl didim hesteke ewlehiyê bidim wan, lê rastî ev e ku koçberiya bi zorê li ser dilê wan giran e.”

Xewla hewl dide kêfxweşiyê bixe nav zarokên xwe, bi wan re dilîze û çîrokên li ser gund û axa wan ji wan re vedibêje, da ku di bîra wan de bimîne û hêviya vegerê di dilê wan de biçîne.

PIŞTGIRIYA SÎNORDAR

Xewla balê dikişîne ser piştgiriya sînordar a ku hin rêxistinên mirovî yên li Til Temirê didin koçberan. Lê li gorî Xewlayê ev alîkarî têra hewcedariyên wan ên rojane nake. Xewlayê diyar kir ku ew hewceyî derfetên kar in da ku bikarin bi rûmet bi cih bibin, heya vegerin malên xwe.

(k)

ANHA