Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn

Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 33’an a şehadeta xwe de li Til Temirê hat bibîranîn. Hat gotin, Bêrîtan sembola jina berxwedêr e.

Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Til Temirê hat bibîranîn
21 cotmeh, 2025   13:28
HESEKÊ

Meclisa Kongra Star a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi boneya salvegera 33’an şehadeta têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîma bîranînê li dar xist. Bîranîn li hola Kinêr a naverasta bajar bi amadebûna endamên Kongra Star, bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên bajar pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Meclisa Kongra Star a Til Temirê Senaa El  Samir axivî û bal kişand ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan, helwesta wê ya lehengane.

Senaa El Samir anî ziman ku ev çalakî ne bîranînek ji rêzê ye, lê belê nûkirina soza domandina têkoşîna şehîd Bêrîtan a avakirina civakeke demokratîk û mîsogerkirina mafên jinan e.

Senaa di dewama axaftina xwe de da zanîn ku çalakiya şehîd Bêrîtan di meşa têkoşînê ya jinên Kurd de bûye xaleke werçerê û ev li gotinên xwe zêde kir "Şehîd Bêrîtan bûye semboleke cîhanî ya jinên berxwedêr û ji nifşên bê re bû îlhama domandina têkoşînê li hemberî hemû cûreyên zulmê."

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan ji dîroka tevlêbûna wê ya nava berxwedanê heya roja şehadetê wê di 1992’an de hat temaşekirin.

(bb)

ANHA