Hikumeta Şamê rojnamevenek girt

Saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê li Himsê rojnamevanekî alîgirê xwe ku di heman demê de endamekî meclisa parêzgeha Himsê ye, girt.

Hikumeta Şamê rojnamevenek girt
19 îlon, 2024   13:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên ewlehiyên yên hikumeta Şamê duh li Himsê endamê "Meclisa Parêzgeha Himsê"  rojnamevan Wehîd Yezbek girt.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Yezbek ji ber sextekirina di encamên hilbijartinên parlamentoyê yên hikumeta Şamê de bi awayekî zindî li ser malperên medya dijîtal aşkera kir, hatiye girtin.

SOHR`ê da zanîn ku dema Yezbek tev li civîna asayî ya Meclisa Parêzgehê bûbû, hatiye girtin.

Li gorî SOHR’ê, Yezbek alîgirê hikumetê ye û di heman demê de ji ber gendeliyê û paşguhkirina rewşa jiyanî ya sûriyeyiyan hikumeta Şamê rexne dike.

Li hember vê bûyerê, nerazîbûn derket pêş ku ev girtin li dijî qanûnên rêveberiya xwecih a hikumeta Şamê ye ku parêzbendiyê dide endamên meclisê û nabe di civînan de bên girtin û heta bixwazin bigirin jî divê destûrê ji meclisê bigirin.

(şx)