Dewleta Tirk herêma Bradostê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagırker bi balafirên şer û obûsan devera Bradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran kir. Têkildarî ziyanên canî agahî bidest neketin.

Dewleta Tirk herêma Bradostê bombebaran kir
19 îlon, 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, îro carek din artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û obûsan, herêma Bradost topbaran kir.

Li gor heman agahiyan, ji ber bombebaran û topbaranê zirerek zêde gihaye zeviyên çandinî û jîngeha deverê.

Hat gotin ku têkildarî ziyanên canî ti agahiyek zelal bi dest neketiye.