Hikumeta Şamê nirxê nan dîsa biha kir

Piştî bihakirina nirxên gelek kel û pelan, xizmetên peywendiyan û pereyên zanîngehan, hikumta Şamê careke din buhaya turikê nan jî bi rêjeya ji sedî sed biha kir.

Hikumeta Şamê nirxê nan dîsa biha kir
7 mijdar, 2023   11:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiyê ya Hundirîn û Parastina Mezaxêner a girêdayî hikumeta Şamê, duh (6 Mijdar) biryar da ku buhaya turikê nan biha bike.

Li gor biryarê, turikê nan ê ku berê bi hezar û 250 lîreyê Sûriyeyê dihat firotin, niha bûye 3 hezar lîreyên Sûriyeyê.

Rojnameya El Wetan a nêzî hikumeta Şamê li gor çavkaniyekî Saziya Firneyana Sûriyeyê ragihand ku biryar ji bo turikê nan ê destekirî ne derbasdar e û nirxê wî wekî berê 200 lîre bimîne. Tenê kesên ji destekê hatine dûrxistin wê turikê nan bi 3 hezar lîreyê bikirin.

Hin dezgehên çapemeniyê yên xwecih jî diyar kirin ev biryar ji bo turikê nan ê ku bê karta eleketronîk tên kirîn jî derbasdar e. Bi wê re turikê ji 14 nan pêk tê êdî bi 6 hezar lîreyê ye ku berê 2 hezar û 500 lîre bû.

(şx/c)