Navên 2 zarokên di êrişa hikumeta Şamê de birîndar bûne aşkera bûn

Di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê kantona Dêrazorê de 7 sivîl birîndar bûbûn. Di nava birîndaran de 2 zarok jî hene ku li nexweşxaneya Hecînê têne dermankirin.

Navên 2 zarokên di êrişa hikumeta Şamê de birîndar bûne aşkera bûn
7 tebax, 2024   12:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li rojhilatê kantona Dêrazorê de 7 sivîl birîndar bûbûn. Nûçegihana me ya li herêmê aşkera kir ku ji wan 2 zarok in; yek bi navê Emmar El Yasir (17) û yê din Ehmed Xelîl El Mihemed (9) e û li nexweşxaneya Hecînê têne dermankirin. 

Her du zarok jî ji bajarokê Xiranîc in, birîna Emmar xedar e û dê nîştergerî lê bê kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandibû ku di êrişa hikumeta Şamê de 2 sivîl şehîd bûne û 7 jî birîndar bûne.

(şx)

ANHA