Hikumeta Filistînê: Em amade ne li Xezayê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin

Serokwezîrê Filistînê diyar kir ku hikumet amade ye li gorî ragihandina New Yorkê û naskirinên navneteweyî yên ji bo bidawîkirina şer, bi destxistina istiqrar û azadiyê ji gelê Filistinê re, li Xezayê xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve, çi di aliyê alîkariyan de çi jî di aliyê çaksaziya nîştimanî de be.

Hikumeta Filistînê: Em amade ne li Xezayê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin
30 îlon, 2025   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa ragihand ku hikumet amade ye li Xezayê xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve. Mistefa diyar kir ku hikumet dikare alîkariyên mirovî yên lezgîn pêşkêş bike û çaksaziya niştimanî pêk bîne.

Mistefa teqezî bi domandina xebatê ji bo yekkirina saziyên niştimanî da.

Mistefa diyar kir ku daxuyaniya dîrokî ya Îlonê ya New Yorkê dikare bibe bingeh û destnîşan kir ku armanca wan pêşîgirtina li penaberiyê digire û pêvajoya xurtkirina dewleta serbixwe ya Filistînê dide rûniştandin.

Koşka Spî duh, hin detayên plana serokê Amerîka Donald Trump a der barê Xezayê de ragihandibû. Li gorî plana ji 21 xalan pêk tê, bi erêkirina Îsraîl û Hemasê divê şer demildest raweste.

(mh/şx)