Newroz; cejna gelan û bîranîna têkoşîna hevpar a ji bo azadiyê

Her sal di 21ˊê Adarê de zêdetirî 300 milyon kes li seranserê cîhanê Newrozê pîroz dikin. Ev cejn ruxmî astengî û qedexeyan li cem gelên rê û resmên wê parastine, veguherî sembola têkoşîna hevbeş û azadiyê.

Newroz; cejna gelan û bîranîna têkoşîna hevpar a ji bo azadiyê
14 adar, 2026   05:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Her sal dema ku 21ˊê Adarê nêzîk dibe gelên ji Rojhilata Navîn heya Asyaya Navîn, Kafkasya û Balkanan, amadekariyê dikin ku Newrozê pîroz bikin. Newroz cejnek e ku navê wê hem bi kurdî hem jî bi farisî tê wateya "roja nû”.

Ev roj wek roja serkeftina heqiyê li hember neheqiyê, roja azadiyê ji bo Kurdan û Sersala Farisî tê hesibandin. Newroz ji hêla bi milyonan kesên ji komên etnîk ên cuda ve wekî Peştûn, Azerî, Tacîk, Belûç, Ozbek û hwd tê pîrozkirin.

Li gorî texmînên UNESCOˊyê, zêdetirî 300 milyon kes li çar aliyên cîhanê vê cejnê pîroz dikin ku di sala 2009ˊan de di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê de hatiye tomarkirin.

Newroz wek kevneşopeke dîrokî û çandî ya kevnar tê dîtin ku dîroka wê vedigere hezar salan. Ji bo Kurdan, Newroz bûye sembola azadiyê, ji ber ku cejn bi têkoşîneke dîrokî ve girêdayî ye ku serhildana li dijî neheqiyê û serkeftina azadiyê temsîl dike. Ji bo gelên din, ew hatina biharê û destpêka çerxeke nû ya jiyanê di xwezayê de sembolîze dike.

CEJNEKE KU SÎNOR Û NETEWEYAN DERBAS DIKE

Pîrozkirina Newrozê li seranserê erdnîgarî ya berfireh dirêj dibe ku Kurdistan, Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye, Efganistan û welatên Asyaya Navîn ên wekî Ozbekistan, Kazaxistan, Qirxizistan û Tacîkistanê, ji bilî herêmên li Kafkasya û Balkanan û heta hin deverên Hindistan û Çînê jî vedihewîne. Li gelek ji van welatan, Newroz cejneke fermî ye ku bi pîrozbahiyên giştî û festîvalên gel tê nîşankirin ku mîrateya çandî ya dewlemend a gelan e.

Ev cejn wek yek ji bûyerên kêm tê destnîşankirin ku netewe û olên cuda dike yek. Misilman, Xiristiyan, Êzidî û peyrewên baweriyên din, tevî çandên xwe yên cihêreng, bi rê û resmên wekî hev pîroz dikin. Ji ber vê sedemê, gelek kes Newrozê wek cejnek gerdûnî dibînin ku yekitiya mirovahiyê li dora nirxên hevpar ên wekî hêvî, nûbûn û azadiyê nîşan dide.

NEWROZ DI BÎRA KURDAN DE

Ji bo Kurdan, Newroz xwedan aliyekî dîrokî û siyasî yê taybet e. Li gorî kevneşopa kevnar a Kurdan, ev cejn bi çîroka Kawayê Hesinkar ve girêdayî ye ku li dijî qralê zalim Dehak (an Az-Dehak) serhildan kir. Dehak bi neheqî ciwan qetil dikirin û zilm li gel dikir. Li gorî efsaneyê, Kawayê Hesinkar di dawiyê de di têkbirina qral de bi ser ket, dûre hilkişiya çiyayekî û agir pêxist da ku dawiya zilmê û destpêka serdemeke nû ya azadiyê ji gel re ragihîne.

Ji wê demê ve, agir bûye semboleke navendî di pîrozbahiyên Newrozê yên Kurdan de. Di şeva 20ˊê Adarê de, li serê çiyayan û li meydanên giştî agir tê vêxistin û mirov di ser agir re xwe diavêje da ku rizgarbûna ji zilm û nexweşiyê û hembêzkirina jiyaneke nû sembolîze bikin. Pîrozker stran û awazên kevneşopî dibêjin ku kêfxweşiya azadî û serkeftinê nîşan didin.

Di dehan salan de, Newroz ji bo Kurdan veguheriye bûyerek neteweyî ku nasnameya wan a çandî û têkoşîna wan a siyasî nîşan dide. Di seranserê dîrokê de, bi taybetî li Tirkiye û Sûriyeyê, pîrozkirina vê cejnê ji hêla rayedaran ve qedexekirî bû yan jî sînordar bû. Lê Kurdan tevî van qedexeyan jî berdewam kir Newrozê pîroz bikin. Pir caran şahiyên xwe di bin şert û mercên ewlehiyê yên dijwar de yan jî bi awayekî nîv-veşartî li dar dixin.

RÊ Û RESMÊN NEWROZÊ DI NAV GELÊN CUDA DE

Her çend awayên pîrozkirina Newrozê di nav gelên cuda de cuda dibin jî, piraniya rê û resman mijara nûbûn û pîrozkirina jiyanê parve dikin. Mînak; li Îranê, sifreya Haft-Sîn yek ji aliyên herî berbiçav ên pîrozbahiyê ye. Ev sifre ji heft tiştan pêk tê ku hemû bi tîpa "s" ya bi Farisî dest pê dikin, her yek bi wateya xwe ya sembolîk.

Di nav van tiştan de "sebze" ku sembola jiyana nû ye; "samanu" ku sembola pirbûnê ye; "sîr" ku sembola tenduristiyê ye; "sîb" ku bedewiyê temsîl dike; "simaq" ku sembola serkeftina qenciyê li ser xirabiyê ye; "sîrkeh" temsîla şehrezayiyê ye û "senced" sembola evîn û bexşandinê ye. Pirtûkên pîroz, pir caran li kêleka van tiştan têne danîn.

Rê û resmên pêxistina agir li gelek deverên Îran û Asyaya Navîn jî belav in. Mirov xwe di ser agir re diavêjin, bi jesteke sembolîk a jiholêrakirina nexweşî û fikaran û pêşwazîkirina saleke nû ya tijî zindîtî nîşan dide.

Li welatên Asyaya Navîn ên wekî Ozbekistan, Kazaxistan û Qirxizistanê, festîvalên gel ên mezin têne lidarxistin ku performansên muzîkê, reqsên kevneşopî û lîstikên gel tê de hene. Xwarinên taybet jî têne amadekirin, wek "somalik" şîrînahiyeke kevneşopî ye ku bi saetan tê pijandin, wekî sembola bereketê û destpêka sezoneke nû ya çandiniyê tê hesibandin.

Li Efganistanê, Newroz bi destpêka çerxa çandiniyê ve jî girêdayî ye, cotkar hatina biharê pîroz dikin û festîvalên herêmî li dar dixin ku girêdana kûr a di navbera mirovahî û xwezayê de nîşan didin.

NEWROZ DI NAVBERA QEDEXEKIRIN Û PÎROZBAHIYÊ DE

Tevî xwezaya xwe ya cejnî, Newroz her gav ji hêla rayedarên siyasî yên hin welatan ve nehatiye qebûlkirin û qedexekirî ye. Di demên cuda de, pîrozkirina wê ji ber sedemên siyasî yan olî hatiye qedexekirin an sînordarkirin.

Bo nimûne, li Tirkiye û Sûriyeyê pîrozkirina Newrozê demeke dirêj qedexe bû. Ji ber ku ew wek cejneke neteweyî ya Kurdan dihat hesibandin ku dikare têkiliyên etnîk xurt bike. Ji ber vê yekê, pîrozbahî pir caran di bin ewlehiya giran de dihatin lidarxistin û pir caran bi girtina çalakvan û organîzatoran re dihatin lidarxistin.

Li hin komarên Sovyetê yên berê, wek Qirxizistan û Tacîkistanê, Newroz di serdema Sovyetê de hate qedexekirin, ji ber ku ew wek cejneke olî ya bi Zerdeştiyê ve girêdayî dihat hesibandin. Lê belê, piştî ku van welatan di destpêka salên salên 1990ˊî de serxwebûna xwe bi dest xist, Newroz dîsa bi berfirehî hate pîrozkirin û bû beşeke nasnameya wan a çandî ya neteweyî.

CEJNEKE AZADÎ Û NÛJENKIRINÊ

Bi demê re, Newroz wateyên nû bi dest xistine ku ji rewşa wê ya wekî cejneke kevneşopî derbas dibe. Îro, ew ji bo piranî gelên ku ji şer, pevçûn û zilmê êş kişandine sembola azadî û nûbûnê temsîl dike.

Bi taybetî ji bo Kurdan, Newroz bûye fersendek ku pabendbûna xwe bi nasname û çanda xwe re nîşan bidin û ji bo maf û azadiyê tê bikoşin. Pîrozbahiyên vê cejnê pir caran vediguherin festîvalên mezin ên giştî ku tê de al û sembolên çandî têne bilindkirin û axaftinên li ser nirxên hevgirtin û yekîtiyê têne kirin.

Gelek kes jî Newrozê wekî derfetek ji bo pêşvebirina jiyana hevbeş di navbera gelên cihêreng ên ku di pîrozbahiya wê de beşdar dibin dibînin. Kurd, Faris, Ereb, Tirkmen, Azerî û yên din di şahiyên hevpar de têne cem hev, nîşan didin ku çand dikare bibe pirek ji bo peywendiyê di navbera gelan de.

NEWROZ DI SERDEMA NÛ DE

Di salên dawî de, Newroz nasînek navneteweyî ya berfireh bi dest xistiye. Di sala 2009ˊan de, UNESCOˊyê ew xist Lîsteya Mîrateya Çandî ya Nemadî ya Mirovahiyê, bi naskirina girîngiya wê ya çandî û rola wê di pêşxistina têgihîştina di navbera gelan de. Civata giştî ya neteweyên yekbûyî di sala 2010ˊan de 21ˊê adarê wekî roja navneteweyî ya Newrozê ragihand.

Ev naskirina gerdûnî girîngiya vê cejnê wekî sembola cihêrengiya çandî û jiyana aştiyane nîşan dide. Dema ku bi mîlyonan kes hatina biharê bi agir, reqs û stranan pîroz dikin, Newroz di heman demê de peyamek mirovî ya kûr jî hildigire: ku jiyan bi berdewamî nû dibe û ronahî dikare li ser tariyê bi ser bikeve.

NEWROZ; BÎRA GELAN Û HÊVIYEKE JI BO PÊŞEROJÊ

Newroz ji cejneke kevneşopî wêdetir e; ew bîranînek kolektîf e ji bo gelên ku bi hezaran salan tevî veguherînên siyasî û olî ew parastine. Ji efsaneya Kurdî ya Kawayê Hesinkar bigire heya sifreya Heft-Sîn a Farisan, û ji festîvalên li Asyaya Navîn bigire heya pîrozbahiyên civakên li çaraliyê cîhanê. Newroz çîrokek hevpar a hêvî û têkoşînê nîşan dide. Her sal bi pêxistina agirê Newrozê, pîrozker sembolîzma destpêkên nû û serkeftina li ser neheqiyê tînin ziman û diyar dikin ku ev cejn dê bibe sembola nûjenbûn, azadî û jiyana hevbeş di navbera gelan de, bêyî ku dem û şert û mercên guherbar li ber çavan bigirin.

)fr)

ANHA