Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê têkildarî binpêkirinên hêzên hikumetê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz binpêkirineke nû pêk anî, nuqteyeke leşkerî ya nû li derdora Şêxmeqsûdê ava kir.

Hêzên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê têkildarî binpêkirinên hêzên hikumetê daxuyanî da
10 cotmeh, 2025   23:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê daxuyaniya têkildarî binpêkirinên hikumeta veguhêz li derdora taxa Şêxmeqsûdê da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

"Di binpêkirinek nû û zanebûn a peymanên îmzekirî yên bi armanca kêmkirina rageşiyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê berêvara îro binpêkirineke nû ya peymana agirbestê li derdora Çerexerêya Cendûl-herêma Meamil (kargehan) ji hêla hêzên hikumeta demkî ve şopand. Ev kiryar li dijî îstîqrar û ewlehiya herêmê gefên aşkera ne û hewla tehrîdkirinê ya bi armanca kişandina herêmê ber bi rageşiyeke leşkerî ya nû ve ye, ku gefan li jiyana sivîlan dixwe.

Van hêzan nuqteyeke leşkerî ya nû li hundirê goristana Ermenan a bi ser herêma Cebanat a li derdora beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ve ye, ava kir. Ev gaveke tehrîdkirinê ye, binpêkirina hurmeta cihên giştî û pîroz e û rageşiyeke xeternak e ku hewlên aramkirinê asteng dike.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê berpirsiyariya van binpêkirinên dubare hildigirin ser hikumeta demkî û diyar dikin ku em pabendî berevaniya sivîlan û parastina ewlehî û aramiyê ye. Em bang li aliyên garantor dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û sînorekê ji van binpêkirinên berdewam re deynin."

(fr)