Jinên Efrînê jî piştgirî da pêngava azadiyê

Saziyên jinan ên kantona Efrîn û Şehbayê jî piştgirî da Pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî”.

 Jinên Efrînê jî piştgirî da pêngava azadiyê
19 cotmeh, 2023   12:19
ŞEHBA

Kongra Star li ser navê saziyên jinan ên kantona Efrînê û Şehbayê ji bo piştgiriya Pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” daxuyaniyek da.

Tê zanîn ku pêngava Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de ya 10`ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû ragihandin, hatiye destpêkirin.

Daxuyanî li Parka Rêber Apo ya li gundê Til Sosînê yê navçeya Ehdas a herêma Şehbayê ji aliyê endama Meclisa Efrîn û Şehbayê Rêgez Lolo û endama Kongra Star Emel Îsmaîl ve bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin û bi dehan jinên herêmê beşdarê bûn.

Çalakvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên ′Dem dema Azadiyê ye” rakirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em piştgiriya xwe ji bo pêngava gelêrî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan radigihînin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê bi xwe re çareseriya aştiyane ji bo pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn bîne.”

(c)

ANHA