Hêzên Şamê gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê topbarana li dijî deverên Cebel El Zawiyê ya başûrê Idlibê û gundê Meeret El Nesan ê rojhilatê Idlibê didomîne.

Hêzên Şamê gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir
18 cotmeh, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê deverên cuda yên gundewarê bajarê Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê nêzî noqteyeke artêşa Tirk a dagirker li gundê Meeret El Nesan û derdora bajarokê Teftenazê topbaran kirin.

SOHR'ê diyar kir ku hemwextî wê hêzên Şamê gundên Filêfil û Kensefra yên herêma Cebel El Zawiyê, gundê Sermaniyê yê rojavayê Hemayê û gundê Keferteal ê rojavayê Helebê topbaran kirin. Der barê zirarê de tu agahî nehatine bidestxistin.

Duh jî di topbarana nêzî bajarê Idlibê de 5 kesan ji wan zarokek hatin kuştin. Her wiha 30 kes jî ji wan 14 zarok in, birîndar bûn.

Piştî têkçûna hewldanên nêzîkbûna Enqere û Şamê di nîva vê mehê de, li eniyên şer ên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de topbaran ji herdu aliyan girantir bûye.

(mh)