Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû

Di roja çaremîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an de semînera “Dîroka wêjeya Kurdî” hate dayîn û pirtûkeke hevpeyvîna çandî bi zimanê Erebî li ser du beşan hate imzekirin û belavkirin.

Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
Roja çaremîn a pêşangehê bi gera xwendevanan a pirtûkan bi dawî bû
18 cotmeh, 2024   19:30
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an di bin dirûşma “Ka em xwendinê bikin şêweyekî jiyanê” di roja xwe ya çaremîn de li hola Zana ya bajarê Qamişlo didome.

Danê êvarî pêşangeh ji aliyê nivîskar, wêjevan, mamosteyên dibistan û zanîngehan, helbestvan, ciwan û rewşanbîran ve tê serdankirin.

`WÊJE HEM ZANISTÎ YE Û HEM JÎ HUNERÎ YE`

Semîner ji aliyê Nivîskar Arşek Baravî bi sernavê “Dîroka Wêjeya Kurdî” ve hate dayîn. Arşek Baravî da zanîn ku wêje li Rojhilata Navîn hunera hemû curyejên nivîsandinê ye, wêjeya Kurdî demeke dirêj wekî mîraseyeke devokî maye, wêjeya kurdî mirov veguhezîne dabîr û pabîran, wêje zanisteke hemû têkiliyên civakê dide nasîn û ji wêjdanê civakê tê wergirtin.

Arşek Baravî destnîşan wêje peyv û ramaman ji bo guhdarên xwe bi hest û coş dixemilîne û radighîne. Nameya mirovahiyê ji bo mirovên di nava civakê de ye û got: “Vegotina xweş û pak, bandorê li hest û giyanê mirov dike, peyva wêje formeke ji zaravayê Kelhûrî ye, şaxek jê zanistî ye û şaxê din hunerî ye.”

`FELSEFEYA ZEREDEŞT HIŞT KU WÊJEYA KURDÎ BELAV BIBE`

Arşek Baravî daxuyakirin ku gelek nîgar û wêneyên wêjeyî ser dîwarên şikeftan li Mezopotamyayê hatine dîtin û heta niha wê dîrokê zindî dike. Beriya derketina Evêstayê wêjeya Kurdî bi awayeke devokê hebûna xwe domandiye. Peyvên wêjeyî li ser şûnwarên Kurdistanê hatine dîtin.

Arşek Baravî da zanîn ku wêjeya Kurdî di Evêstayê de wekî destpêk tê dîtin, bi dewlemendiya xwe, xwe gihandiye gelê cîhanê û Rojhilatê Navîn û wiha dom kir: “Wêjeya Ereban jî ji wêjeya Kurdî bandor bûye, gelek peyvên zimanê Kurdî di nava wêjeyên din hene weke erd, dîn, milet û guwîz û hwd. Wêjeya Kurdî ser çanda Niyolotîkê derketiye, reftar û felsefeya Zeredeşt bû sedema ku wêjeya Kurdî li cîhanê belav bibe.”

Piştî bidawîkirina semînerê kesên rewşenbîr û nivîskarên amade diyarkirin ku hemû gel bi çanda hev bandor bûne, ev hiştiye ku cîhan pêşbikeve.

Piştre li baskê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê du beşên pirtûka Nivîskar Nesir Mihemed ya têkildarî hevpeyvînên çandî bi rewşenbîran re bi zimanê Erebî hate imzekirin û belavkirin.

Roja çaremîn ji Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bi guhdarkirina muzîkê ji Okstra Rojava û serdanên nivîskar û rewşanbîran bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku pêşangeh ê heta 22’yê vê mehê bidome.

(sb)

ANHA