‘Hêzên navneteweyî divê pêkanîna lihevkirinê bişopînin’

Nivîskar û rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm got "Guhertina zimanê siyasî û medyayê yek ji şertê sereke yê serkeftina lihevkirinê ye.”

‘Hêzên navneteweyî divê pêkanîna lihevkirinê bişopînin’
12 adar, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê û rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm li ser lihevkirina 29`ê Çileyê ji ajansa me re axivî û got divê pêkanîna lihevkirinê ji aliyê hêzên navneteweyî were şopandin. 

Îbrahîm Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de got: “Lihevkirina 29`ê Çile ya di navbera QSD`ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo çareseriya siyasî li Sûriyeyê çêbe, gaveke girîng e. Piştî şer û parçekirina bi salan li Sûriyeyê qewimî, pêdivî bi lihevkirinê heye. Bi taybet pêdiviya Sûriyeyê heye ku Kurdên Rojava û hikumeta demkî ji bo avakirina Sûriyeyê bigihêjin formuleke neteweyî ya hevbeş.”

Îbrahîm wiha pê de çû: "Girîngiya lihevkirinê ne tenê di bendên wê û mekanîzmayên pêkanîna wê de ye. Ya girîng rewşa siyasî û çandî ya Sûriyeyê ye. Li Sûriyeyê ji bo lihevkirina siyasî bi ser bikeve, divê destpêkê çandeke nû were avakirin ku ji çand û polîtîka sîstemê ya berê dûr be. Li Sûriyeyê di encama netewperestî û mezhebperestiyê de gelek krîz çêbûn û di têkiliya pêkhateyên Sûriyeyê de gelek pirsgirêk derketin."

‘DIVÊ ZIMANÊ SIYASÎ Û MEDYAYÊ WERE GUHERTIN’

Îbrahîm anî ziman ku zimanê siyaset û medyayê divê were guhertin û wiha got: “Guhertina zimanê siyasî û raghandinê yek ji şertê sereke yê serkeftina lihevkirinê ye. Sûriyeyê welatê hemû zarokên wê ye. Ne tenê dewleteke neteweyî ya girtî ye û tenê bi yek nasnameyê sînordar e. Sûriyeyê dewleteke gelek gel û çand lê hene. Divê li ser bingehê hemwelatiya bi edalet û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, were avakirin.”

Îbrahîm têkildarî nêzîkatiyên hikumeta demkî ji lihevkirina 29`ê Çileyê re got: “Hikumeta demkî diviyabû di mijara xwe ji netewperestî û mezhebperestiyê rizgarkirinê de gavên zelal avêtibana. Her wiha di zimanê xwe de diyar bikin ku Sûriye têra hemû gel û welatiyên wê dike. Lihevkirin giran pêk tê. Hinek bendên ku diviyabû zû pêk werin, divê cidî werin şopandin. Ev derengmayîna çêdibe em nikarin ji krîza baweriyê ya di navberan aliyan de qut bikin. Jixwe krîzên Sûriyeyê yên hundir û derve jî dewam dikin. Di pêkhatina bendan de dê xetere li ser lihevkirinê çêbe. Dê li Sûriyeyê careke dîn guman û rewşa salên borî dubare bibe."

Îbrahîm diyar kir ku divê koalîsyona bi serkêşiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) lihevkirinê bişopîne û got: “Di vê pêvajoyê de şopandineke navneteweyî ya pêkanîna lihevkirinê girîng e. Baweriya her du aliyan bihevdû, xurtir bike. Garantiya rêz girtina rewşa hevdû, bidin û destûr nedin ku lihevkirin bisekinê. Di rewşa Sûriyeyê ya niha û ji bo careke dîtir li Sûriyeyê şer destpê neke, amadebûna navneteweyî wê hevsengî çêbike û riya çareseriya siyasî biparêz e."

Îbrahîm Îbrahîm gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Lihevkirin derfeteke girîng e. Ji bo lihevkirin li ser riya çareseriya siyasî berdewam bike û nesekinê pêdivî bi îradeyeke siyasî ya rast û çandeke neteweyî ya nû heye. Mijar ne tenê ji aliyê teknîkî û îdarî ve pêkanîna bendên lihevkirinê ye. Divê nêrandina neteweyî li ser bingehê pirengî were avakirin, nirxên hemwelatî û edaletê xurt bikin, provakasyonên siyasî û yên li ser raghandinê li dijî pêkhateyên Sûriyeyê têne kirin, divê werin sekinandin. Eger ev gav werin avêtin dê li Sûriyeyê ewlehî û aramî çêbe."

Mehek û 11 roj e lihevkirin di navbera QSD`ê û hikumeta demkî de dewam dike. Hîna dorpêç li ser Kobanê berdewam dike û dosyaya serbestberdana dîlên şer û vegera koçberan rastî gelek astengiyan tê.

ANHA