‘Heta mafên me bi qanûnî di destûra Sûriyeyê de misoger bibin em ê tê bikoşin’

Jin li Rojava polîtîkayên hikumeta demkî ya înkarkirina hebûna jinan û paşguhkirinê qebûl nakin û got heyanî di destûra Sûriyeyê de bigihêjin mafên xwe ew ê tê bikoşin.

‘Heta mafên me bi qanûnî di destûra Sûriyeyê de misoger bibin em ê tê bikoşin’
12 adar, 2026   03:45
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Jinên xebatkarên saziyên bajarê Dirbesiyê anî ziman ku heyanî mafên wan bi qanûnî di destûra Sûriyeyê de misoger bibin, dê tê bikoşin. 

Endama Mala Jinan Hemîde Îso got: “Jin ji bo bigihîjin mafên xwe bi salan têdikoşin û gelek bedelên mezin dan. Di şoreşa Rojava de her çiqasî êrîşî jinê kirin lê belê ciyê xwe di hemû qadan de girt û li berxwe da. Di hemû şert û mercan de jin têkoşîna xwe berdewam dike. Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê xwestin îradeya jinê bişkînin, lê nikarin û têkoşîna jin dê her tim berdewam bike."

Hemîdeyê ji bo rewşa jinan a li Sûriyeyê wiha got: "Li Sûriyeyê jin tên paşguhkirin. Divê jin cihê xwe di navendên biryarê de bigirin û azad û bi rûmet bijîn.”

Endama Kongreya Star Beyan Dawûd jî got: "Jin li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin. Bi saya fikrê Rêbertî di civakê de cih didin jinê û derfet didin jinan ku xwe birêxistin bikin û têbikoşin. Jin gihîştiye zanebûna ku mafên wê hene û têdikoşê ku hişmendiya mêr a hebûna jinan înkar dike, biguherîne. Jin di hemû saziyên me de cihê xwe digirin û di qada siyasî û leşkerî de rolekê wan yê çalak heye. Jinan bedelên mezin dan heyanî ku gihaştin van deskeftiyan."

Endama Komîteya Jinan Ava Îbrahîm got: “Hikumeta demkî di vê pêvajoyê de hewl dide ku jinê paşguh bike. Qebûl nakin ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe di nava hêzên leşkerî de bigirin. Jin qebûl nakin ku werin paşguhkirin, wê têkoşîna xwe berdewam bikin û daxwaza mafên xwe bikin. Jin li hemû saziyên sivîl û li qada siyasî û leşkerî dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Rojava jin li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin û ji bo parastina civakê gelek bedelên mezin dan.”

Ava Îbrahîm ev lê zêde kir: “Heyanî di destûra Sûriyeyê de garantiya mafên jinan were dayîn, pêdivî pê heye ku em zêdetir tê bikoşin. Divê jin di avakirina Sûriyeya demokratîk, azad, wekhev û bi edalet de cihê xwe bigirin.”

ANHA